Dewleta Tirk bombe li stasyona petrolê barand

Artêşa Tirk a dagirker li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê, bombe li stasyoneke petrolê barand.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker stasyona petrolê ya Seîda ya dikeve bakurê bajarê Tirbespiyê bi du moşekan bombebaran kir. Ji ber bombebaranê beşek stasyonê wêran bû.

Stasyona Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê li kantona Cizîrê ye. Stasyon di dawiya par de ji ber êrîşên dewleta Tirk ji xizmetê derketibû.

Di rojên dawî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziyên sivîl, qadên çandiniyê û çavkaniyên derbarê yên esas ên li herêmê, zêde bûne. Par jî gelek sûc li hemberî binesaziyên sivîl û çavkaniyên debara jiyanê, hatibûn kirin.