Rêveberiya Xweser amade ye bi Komkara Erebî re bixebite

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku têkildarî mijarên “têkoşîna li dijî terorê, pêkanîna ewlehiyê û pêşî girtina li guhertina demografîk” ew amade ne bi Komkara Erebî re hevkariyê bikin.

RÊVEBERIYA XWESER

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê encamnameya 33’yemîn Lûtkeya Erebî ku 16’yê Gulanê (2024) li paytexta Bahreyn Manamanê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di benda 6’an a encamnameya lûtkeyê de rewşa Sûriyeyê û vegera bi ewle ya penaberan hatiye vegotin. Guhertina demografiyê jî hate redkirin.

Em li ser bingeha pabendîbûna me bi rêgezên hevbeş de, destnîşan dikin ku xalên di encamnameyê yên têkildarî rewşa Sûriyeyê hatine bibîrxistin de, gelek girîng in. Têkildarî çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên ku nahêlin Sûriyeyî li hev bikin, helwesteke Erebî ya erênî ye.

Bûyerên li Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê rû didin, berevajî hewldanên Erebî ne ku dixwazin aramiya li Sûriyeyê pêk were. Li wan deveran, li kêleka pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberkirin û guhertina demografiyê heye.

Em dibêjin, em amade ne bi Komkara Erebî û hêzên din re di warê têkoşîna li dijî terorê, vegera ewlehiyê û rêgirtina li pêşiya guhertina demografiyê de kar bikin. Em bang li Komkara Erebî dikin ku fişarê bike ji bo ku hêviyên gelê Sûriyeyê pêk werin, dagirkerî bi dawî bibe, îstiqrara li herêmê pêk were. Dîsa em dibêjin, em ê erka xwe ya nîştimanî pêk bînin, yekîtiya Sûriyeyê, gel û erdnîgariya wê biparêzin."