BI DÎMEN

Xelkê Kantona Firatê li dijî biryara Doza Kobanê daketin qadan

Gelê Kantona Firatê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê li dijî biryara dadgeha bê hiquqiya di derbarê doza Kobanê de daketin qadan.

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAÎŞ’ê di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin, hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê dihatin darizandin, duh hat lidarxistin û bi sedal sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hate birîn. Li dijî vê bêhiqûqiyê gelê Kantona Firatê daketin qadan û biryara dadgehê protesto kirin.

Meş ku bi dirûşmeya `Girtiyên Doza Kobanê Rûmeta Me Ne` ji qada jina azad dest pê kir li qada şehîd Egîd veguherî mêtîngê. Di meşê de wêneyê siyasetmedaran û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bênavber dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” hatin qîrîn.

Piştî ku meş gihîşt qada Şehîd Egîd deqeyekê rêz hat girtin. Hevserokê TEV DEM a kantona Firatê Enwer Mislim axivî û got ku ev dad li dijî qanûnên cîhanî ye û got, "Hikumeta AKP- MHP’ê bi êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê xwest piştgirya terorê bikin. Bi dehan caran jî gotin Kobanê ket û li ber ketinê ye, lê berovajî Kobanê berxwe da û bi ser ket. Gelê Bakurê Kurdistanê jî rêya serhildanê li gel Kobanê girtin û ew yek jî ji dewleta Tirk re bû kîn. Lê tevahî cîhan bi Kobanê re bûn yek û serkeftinê misoger kirin."

Her wiha li pêşiya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê jî ji aliyê Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îs ve daxuyanî hat xwendin û hat diyarkirin ku ew ê van biryaran nikaribin xeta azadiyê û berxwedaniya gel tune bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Li dijî êrîşa terora reş a li ser Kobanê gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji bo berxwedaniya Kobanê rabûn çalakî û serhildanê. Tevahî partiyên me yên siyasî ji bo piştgirya gelê me rabûn û dest bi çalakiyan kirin. Ew şervanên ku ew teror têk birin, dibin hedefa dewleta Tirk. Hikumeta Osmanî ya nû li dijî qanûnê ye.”