ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeran agir berdan zeviyan
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Yalanli yê Minbicê agir berdan zeviyan. -
Li Rojava li gel êrişan jî çandinî bi pêş dikeve
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwedî zeviyên çandiniyê yên berhemdar e, li 7 milyon û 521 hezar û 621 donim zevî 81 hezar û 673 cotkar dixebitin. Li gel êrişên dewleta Tirk jî çandinî bi pêş dikeve. -
Ciwanên şoreşger bi ruhê 1’ê Hezîranê wê kongreya xwe li dar bixe
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di navbera 1 û 2’yê Hezîranê de wê 4’emîn kongreya xwe li bajarê Hesekê li dar bixe. -
Dewleta Tirk agir berda zeviyan
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî agir berdan zeviyên li Zirganê. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê tu carî ji bo parastina destkeftiyên xwe, gav paş de neavêjin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em bang li hêzên ku dixwazin alozî kêm bibe dikin bikevin nav liv û tevgerê û berpirsiyariya xwe pêk bînin.” -
Ji bo gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadiyê li Helebê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Ji bo gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadîyê li Helebê merasîmeke sersaxiyê ya girseyî hate lidarxistin ku Diljîn Azadî di meha Nîsanê de li Xakûrkê şehîd bûbû. -
Li Reqayê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li Reqayê hat şermezarkirin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang hat kirin. -
Serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Tîmên Operasyona Leşkerî yên QSD'ê li bejahiya Reqayê serçeteyekî DAÎŞ'ê girtin. -
Bombardûmana giran a li ser Minbicê: Dagirkeran jinek qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser Minbicê kir. Di encamê de jî jinek hate qetilkirin. -
Muslim: Biryara Kobanê politikaya qirkirinê ye
Enwer Muslim, da zanîn ku hikûmeta Tirk kesên ku hêz dane berxwedana Kobanê dîl digire, êrîşê qada berxwedanê dike û got, “Her gaveke ku dewleta Tirk davêje ji ya berê ne serbixwetir e, polîtîkayeke qirkirinê ya topyekûn e.” -
'Pêkhateyan bi hev re parastina welatê xwe kirin'
Endamên Meclîsa Bajar a Qamişlo dan xuyakirin ku hemû pêkhateyên li herêmê girêdayî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevre bi awayekî wekhev dijîn û bi hev re parastina welatê xwe dikin. -
Cenazeyê şehîd Şerîf El Şerîf li Minbicê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerîf El Şerîf li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin. -
Cenazeyê şehîd Eyhem Sirîn bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
Cenazeyê şehîd Eyhem Sirîn ê di 21’ê Gulanê de şehîd bû bi tevlîbûna sedan kesan hat veşartin. -
Gelê Asûrî piştgirî da pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî
Partiya Soraya ya Demokratîk hevdîtin bi Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gelê Asûrî amade ye ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. -
Xwendekarên Kobanê biryarên 'Doza Kobanê' şermezar kirin
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz a Kobanê diyar kirin ku biryarên Doza Kobanê biryarên siyasî ne û derqanûnî ne. -
'Divê gelê me li hemberî biryara tecrîdkirina Rêber Apo rabe ser piyan '
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re protesto kirin. -
Li Kantona Firatê 15 navendên agirkujiyê amade ne
Emîne Yûsifê got: "Ji bo parastina zeviyan hemû tîmên me yên agirkujiyê seferber bûne û heta niha bi qasî 15 navendên agirkujiyê hatine amadekirin û ji 29`ê Nîsanê heya niha jî rewşa awarte hatiye ragihandin." -
Li 3 bajaran ji bo Abdullah Ocalan çalakî
Ciwan li Dêrazor, Reqa û Minbicê daketin qadan, qedexeya hevdîtinê ya li Abdullah Ocalan hatî birîn protesto kirin û wiha gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê mîsogerkirin, em ê li qadan bin.” -
'Hunerê bi pêş bixînin, dest ji xeyalên xwe bernedin'
Zarokên ku duh li pey xeyalên xwe yên paşerojê ketibûn, îro xeyalên xwe pêk anîne û bûne mamosteyên hunera xwe. Kemal Cûma ev 4 sal in li tembûrê dixe û stranan distrê. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinê dewam dikin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 11'ê Hezîranê dewam dikin. Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm got, wê bibe hilbijartineke demokratîk. -
Ciwan li dijî cezayê qedexekirina hevdîtinê ya 6 mehan daketin qadan
Jinên ciwan û ciwanên Kantona Firatê jî li dijî cezayê 6 mehan ên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn, daketin qadan. -
Parêzerên Kantona Firatê li dijî biryarên Doza Kobanê komxebatek lidarxistin
Parêzerên Kantona Firatê bertek nîşanî biryarên doza Kobanê dan û diyar kirin ku ev kiryarên dewleta Tirk bêhiqûqî ne û dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye dadgeheke siyasî ye. -
Li Qamişlo û Reqayê 2 serçete hatin girtin
Di operasyonên QSD’ê yên li Qamişo û Reqayê de 2 serçeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. Yek ji wan êrîşa terorîst a li Şihîlê plan kiribû. -
Ji bo şervanê QSD’ê Mezlûm Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê Mezlûm Qamişlo (Basil Lorans El Hiso) konê sersaxiyê hat vedan.