BI DÎMEN

Li Kantona Firatê dema çinînê

Sewsen Dabanê got, heya niha 610 patos hatine qeydkirin û ji 2`yê Gulanê ve dest bi çinîna genim û ceh hatiye kirin. Her wiha 3 navendên sereke li Kantona Firatê hatine amadekirin û li gorî texmînan jî wê bi qasî 80 hezar ton genim were wergirtin.

Hevseroka Desteya Çandiniyê a Kantona Firatê Sewsen Daban têkildarî wergirtina genim û rewşa demsala genim a salên 2023-2024`an ji ANF`ê re axivî.

Sewsen Daban diyar kir ku di 15`ê Îlonê de welatiyan dest bi standina ruxseta cotkariyê kiriye û li gorî derfetên heyî jî ji cotkaran re madeyên sotemeniyê û çiwal tên belavkirin û got: ‘’Ji bo wergirtina genimê îsal li Kantona Firatê sê navendên sereke hene ku ew jî Rovî, Sirîn û Çelebiyê ye. Her sê navendên sereke êdî dikarin bi awayekî hêsan ji cotkaran genimî werbigirin.’’

Sewsen Daban da xuyakirin ku li bajarê Sirînê jî ji bo wergirtina genimî avahiyeke nû hatiye avakirin û hemû navendên wergirtina genim û depo hatine paqijkirin û wiha pêde çû: ‘’Me weke Desteya Çandiniyê bi alîkariya Şîrketa Kobanê ekîbek ji bo perwerdekirinê amade kir. Her wiha me bi cotkar û hemû saziyên eleqedar re civîn pêk anîn ku em demsaleke  bi rêk û pêk derbas bikin.’’

Sewsen Daban anî ziman ku wan cihê xwe di civînên Desteya Çandiniyê a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî girtiye û wiha pêde çû: ‘’Ji bo şewateke muhtemel ji aliyê saziyên me ve  rewşa awarte hate ragihandin. Her wiha heftane civîn tên lidarxistin û hemû nûnerên çandiniyê yên bajar û bajaroka beşdar dibin.’’

Sewsen Daban destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca şewitandina zeviyên cotkaran li dijî herêma Şêxler û Qinê êrîşek pêk anî û got: ‘’Hewldanên dewleta Tirk ên şewitandina zeviyên cotkaran gelek in. Beriya demekê li dijî herêma Şêxlerê êrîşê pêk anî û hewl da ku bi obîsan agir berde zeviyên cotkaran lê belê bi alîkariya gelê me û cotkaran şewat derneket û dewleta Tirk a dagirker negihişt armanca xwe. Me jî weke Desteya Çandiniyê  ji bo hişyarî û agahdarkirinê belavok belav kirin ku li ser belavokan nimreya tîmên agirkujiyê heye.’’

Sewsen Daban ragihand ku Desteya Çandiniyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar daye ku ji ber ku bandoreke nebaş li axê dike bila cotkar piştî çinîna zeviyan, pirêzeya zeviyên xwe neşewitînin û got: ‘’Li Kantona Firatê ji 2`yê Gulanê ve ye çinîna genim û cehî tê kirin. Hejmara  patosên ku heya niha hatine qeydkirin 610 e.  Her wiha patosên ku karê xwe diqedînin li Navenda Sotemeniyê mazota xwe werdigirin û berê xwe didin kanton û bajarên din."

Sewsen Daban di dawiya axaftina xwe de bal kişand hevkariya wergirtina genimî û got ku tê payîn ku wê îsal bi qasî 80 hezar ton genim were wergirtin.