BI DÎMEN

'Dinya hewl dide barê DAÎŞ'ê li ser milê Rêveberiya Xweser bihêle'

Xalid Îbrahîm got, "Çawa ku ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin, divê ji bo vegera malbatên DAÎŞ'î jî bi heman rengî koalîsyoneke navneteweyî kom bibe."

MALBATÊN DAÎŞ'Î

Endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm têkildarî vegerandina penaberên li kampa Holê ya li welatên wan ji ANF'ê re axivî.

Xalid Îbrahîm anî ziman ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de rêveberiya xweser hemû berpirsyariya xwe bi cih anî û diyar kir ku berpirsyariya civaka navneteweyî jî heye û divê bi vê berpirsyariyê tevbigere. Xalid Îbrahîm got, "Ji bo dawî li gefa terora DAÎŞ'ê ya li ser tevahiya cîhanê bê anîn, mirovên vê herêmê têkoşîneke mezin meşandin. Herî dawî sala 2019'an ji aliyê cografîk ve DAÎŞ li herêmê hate têkbirin. Lê belê hem rêxistinî hem jî ji aliyê fikir û mejî ve hebûna DAÎŞ'ê dewam dike." Xalid Îbrahîm ragihand ku ji ber vê yekê ji sala 2019'an û vir ve li hemberî bermahî û şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê, li hemberî hewldanên belavkirina mejiyê DAÎŞ'ê li nava civakê têdikoşe.

Xalid Îbrahîm bal kişand ser hebûna bi hezaran malbatên DAÎŞ'î li kampên Hol û Roj, her wiha bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehan û got, "Em zanin ku ev çeteyên li girtîgehan e çeteyên herî radîkal û metirsîdar ên DAÎŞ'ê ne. Her wiha kampa Holê jî mîna bombeyekê di destê me de ye. Yên li vê kampê ne rêxistinî û karên xwe yên rojane dewam dikin. Niha Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe hewl dide hem li ser kampê hem jî bi temamî serwer be, di mijara misogerkirina ewlekariyê de hem ji bo kampê hem jî ji bo pêwîstiyên giştî zor û zehmetiyan dikişîne. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser dibêje ev berpirsyarî ne tenê ya Rêveberiya Xweser e, civaka navneteweyî jî xwedî berpirsyarî ye û divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Her wiha di asta yekemîn de berpirsyarî dikeve ser milê civaka navneteweyî. Rêveberiya Xweser a dikeve ser milê xwe bi cih anî û hîn jî dike. Ji ber vê yekê weke Rêveberiya Xweser em timî dubare dikin. Divê pirsgirêka DAÎŞ'ê weke pirsgirêkeke terorê ya navneteweyî bê nirxandin."

Xalid Îbrahîm anî ziman ku hin welat dixwazin welatiyên xwe bibin û got, "Ji bo vê jî Rêveberiya Xweser a ku ji dest tê dike, alîkariyê dide. Lê belê hinek zor û zehmetiyên vê yekê jî ji bo me hene. Aliyên vê yên ewlekariyê hene, aliyê wê yê nasnameyê heye. Weke ku tê zanîn li kampên Hol û Rojê mirovên ji 50 welatan hene. Mijara tespîtkirina nasnameya wan heye, hejmara zarokan gelekî zêde ye, gelek nasnameyên van zarokan hene. Pirsgirêka me ya tespîtkirina bi belgeyan heye û pirsgirêka ewlekariyê heye. Ev hemû ji bo me pirsgirêk e. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyeke gitşî di nava hewldanan de ye. Birina wan a li malê tenê têrê nake. Çawa ku ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin, divê bi heman rengî ji bo vê pirsgirêkê jî koalîsyoneke navneteweyî kom bibe. Tenê bi vî rengî pirsgirêka bermahiyên DAÎŞ'ê dikare bê çareserkirin. Ne tenê ev, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mirovên li vê derê mafê mirovên ji dest dane, berdêlên ku dane dixwazin. Bi hezaran mirov bi destê DAÎŞ'ê hatin qetilkirin, zêdeyî 12 hezar şehîd li vê xakê hatin dayin. 25 hezar gazî hene. Bi hezaran zarok bêxwedî, bê dê û bê bav man. Ev hemû li pêşiya Rêveberiya Xweser pirsgirêk in ku divê bêne çareserkirin. Lewma vegera van mirovan li welatê xwe wê hemû pirsgirêkan çareser neke. Rêveberiya Xweser beriya her tiştî dixwaze dadgehek bê avakirin û ev mirov li wê dadgehê bêne darizandin. Ji xwe nedarizandina wan nabe. Eger ev mirov wê neyên darizandin, eger li gel ewqas sûcên ku hatine kirin DAÎŞ wê neyê darizandin, hingî mirov nikare qala bidawîkirina DAÎŞ'ê bikin. Ji ber vê jî divê ev mirov li dadgeheke adîl a di asta navneteweyî de bêne darizandin. Heta ku li mafên mirovên ku di êrîşên DAÎŞ'ê de zerar dîtine, berdêl dane û windahî dane neyê pirsîn, ev pirsgirêk wê hîn mezin bibe û krîz her roj hîn bêhtir giran bibe."

Xalid Îbrahîm anî ziman ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de hin malbatan zarokên xwe ji dest dan, di navbera hin malbatan de dijminatiyê rû da û got, "Ji ber vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, bi taybetî jî malbatên di vî şerî de zarokên xwe ji dest dan, têkildarî malbatên ku radestî welatên biyanî têne kirin û malbatên vedigerin nerazîbûnê hêdî hêdî nîşan didin. Ji ber ku gelek malbat dibêjin, 'Em qebûl nakin ku xwîna zarokên me bi vî rengî li erdê bimîne'. Dixwazin ku yên têne radestkirin an jî vegerandin bêne dadgehkirin. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ya bi civaka navneteweyî re di nava lêgerînê de ye."