Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" kesekî din li Cindirêsê revand.

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Reşîd Mihemed (60) yê bi navê Reşîd Îşo tê naskirin, ji pêşiya mala wî ya li gundê Til Silûrê yê Cindirêsê ya Efrînê revand. 

Hat ragihandin ku çeteyan Îşo biriye navenda xwe ya li başûrê Til Silûrê û heta niha tu agahî der barê wî de nayên zanîn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên "Polîsên Sivîl" li Cindrêsê şêniyên bi navên Ebdo Şêxo (46) û Nazmî Hemo (42) revandibûn.