ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Armanca dewleta Tirk firehkirina asta dagirkeriyê ye'
Cîgirê Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Rondar Salih got, dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û firehkirina asta dagirkeriya xwe bi rojane gef û êrîşên xwe dewam dike. -
Li Qamişloyê tecrîda li Îmraliyê bi meşekê hat protestokirin
Li Qamişloyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî hat lidarxistin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Hadî hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Elî Hadî yê di 9’ê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin. -
Cenazeyê şehîd El Musena hate veşartin
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê El Musena Elî El Ehmed spartin axê. -
Li Kobanê li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê nerazîbûn
Desteya Rêveber a Herêmê û Şaredariyên Kobanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariya Colemêrgê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş dan û diyar kirin ku gelê Kurd wê bi îradeya xwe dawî li desteserkirinê bîne. -
Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê girtin ku destê wî di gelek êrîşên bi wesayîtên bombebarkiri hatine kirin de, hebû. -
‘Cihê dagirkeriyê li şaredariyên me tune ye’
Ehmed Xoce anî ziman ku şaredariyên gel, nûneriya îradeya bi salan û berxwedana wan e û destnîşan kir ku wê cihê dagirkeriyê li şaredariyên wan tune be. -
'Xebatê Zarokan' destpê kir
'Xebatê Zarokan' ê ji şano, perwerdeya muzîkê û nîşandana fîlman destpê kir. Zarokên navbera 9 û 12 salî wê sê mehan bêne perwerdekirin. -
Leşkerên Tirk ên dagirker kesek qetil kir
Di encama gulebarana leşkerên Tirk ên dagirker de, li gundê Dûdayê kesekî jiyana xwe ji dest da. -
9’emîn Mihrîcana Kurteçîrok di roja 2’yemîn de dewam dike
9’emîn Mihrîcana Kurteçîrok bi dirûşmeya “Çîrok Bîranîna Gelan e” di roja duyemîn de didome. Endamê Komîteya Rêveber ê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Nûşîn Bêcirmanê, diyar kir mihrîcan ji bo parastina çand û ziman hatiye lidar xistin. -
Çeteyên Tirk li Efrînê 6 kes revandin
Dewleta Tirk û çeteyên wî li Efrînê 6 kes revand û qadên daristanê ya gelek herêman û bi hezaran darên zeytûnê şewitand. -
Cenazeyê Şehîd Feysel Elewî bi girseyî hat veşartin
Xelkê bajarê Sirînê cenazeyê şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Feysel Elewî bi merasîmeke bi heybet veşartin. -
Fermandarê hikumeta Şamê mir
Di êrîşa çeteyên Fetih El Mubîn de fermandarekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Wîsam Mehmûd hate veşartin
Li Kantona Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Useyd hate veşartin ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li Dêrazorê şehîd bû. -
Dewleta Tirk koçberên dersînorî Efrînê jî kirî, revand
Dewleta Tirk du koçberên dersînorî Efrînê kirî, revand. Aqûbeta wan nayê zanîn. -
Çîrokeke ji Xeze heta Serêkaniyê
Endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Mûna Yûsûf weke zarokek a malbateke ji Xezeyê, li Serêkaniyê ji dayik bûye û mezin bûye. Mûna Yûsûf diyar kir, tiştên ku li Xezeyê bi serê dayik û bavê wê hatî, li Serêkaniyê jî bi serê wê bi xwe hat. -
Li Reqayê çalakiya li dijî tecrîdê
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist. -
Dagirkeran agir berda araziyên li Şêrawayê
Artêşa Tirk a dagirker agir berda araziyên ji gundê Meryemîn heta Enabikê yên navçeya Şêrawayê. -
Dewleta Tirk li Efrînê revandina mirovan didomîne
Li gundê Kûra yê bajarê Cindirêsê 3 şêniyên bi navê Silêman Hikmet, Cano Hecî Reşîd û Mihemed Reşîd Hec Omer ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin. -
Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo meha Tebaxê hate taloqkirin -NÛ BÛ
Hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dihate payîn di 11'ê Hezîranê de bihatina kirin ji bo meha Tebaxê hate taloqkirin. -
Li Kantona Cizîrê operasyon: Çeteyek hate girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Kantona Cizîrê di operasyoneke dijî çeteyên DAÎŞ'ê de çeteyekî DAÎŞ'ê hatiye girtin. -
'Gerîla ji bo me hêvî û azadî ye'
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Eyno got, çi dibe bila bibe ew ê li dû gerîlayên xwe bin. -
Li Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin
Li Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin ku di sala 2014'an de li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin. -
Bi ked û têkoşîna xwe bû lehengekî nemir
Şoreş Dilyar tevî rûbirûmana gelek zehmetî û bêderfetiyan jî tu carî dev ji doza xwe berneda û bi serkeftin, ked û têkoşîna xwe ya li qada şer bû lehengekî rastîn. -
Zîwer Şêxo: Armanca me afirandina civakek ekolojîk e
Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo anî ziman ku xebatên Keziyên Kesk xwe dispêre hişmendiya ekoljiya civakî û diyar kir ku armanca wan avakirina civakek ekolojîk e.