ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî 65 salî revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê welatiyekî 65 salî revand. -
Di operasyona QSD’ê de 5 çete hatin kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona hêzên wan ên taybet de, 5 çeteyên DAÎŞ’ê li kantona Dêrazorê hatin kuştin ku 2 jê serçete ne. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mezlûm Osman hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Qehreman (Mezlûm Welîd Osman) yê di 1ˊê Hezîranê de li Hesekê dema li ser erka xwe şehîd bû, hat veşartin. -
Di êrîşa DAÎŞ’ê de şervanekî QSD’ê birîndar bû
Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrezorê bi wesayîteke teqemenî barkirî nuqteyeke QSD’ê hedef girt û şervanekî QSD’ê birîndar bû. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Botan li Dirbêsiyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Botan Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) bi tevlîbûna sedan kesan li Dirbêsiyê hat veşartin. -
Di êrîşa li Kobanê de 2 endamên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hate ragihandin ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirê bêmirov ya li dijî wesayîtekê li kobanê pêk anî de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. -
Li Kobanê di dema merasîma veşartina cenazeyê şehîd de, dewleta Tirk êrîş kir
Li Kantona Firatê cenazeyê şervanê QSD’ê Bahoz Kobanê ku di êrîşa dewleta Tirk a li Qamîşloyê de şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet hate veşartin. Di dema merasîmê de, êrîşî wesayîtekê hate kirin. -
Li Kobanê êriş li ser wesayitekê hate kirin
Li başûrê bajarokê Kobanê êriş li wesayitekê hate kirin. -
Li Helebê êrîşa bi moşekan: 16 kes mirin
Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li başûrê rojhilatê Helebê êrîşa bi moşekan pêk anî û di encamê de 16 kes mirin. -
Ferîd Etî: Çi zerara hilbijartinên me yên şaredariyê li kê heye?
Hevserokê Meclîsa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî pirsa "Gelo hilbijartinên me yên şaredariyan çi zerarê li kê dike?" kir. -
Çeteyekî DAÎŞ'ê yê ji Kampa Holê jin û zarok direvand hate girtin
Tîmên Operasyona Leşkerî (TOL) a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyekî DAÎŞ'ê yê ku jin û zarok ji Kampa Holê direvand hatiye girtin. -
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Bi saya Rêber Apo xewn û xeyalên me pêk hatin
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê dan xuyakirin ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xewn û xeyalên wan pêk hatiye û gotin ku ji bo xurtkirina zimanê Kurdî ew ê ked bidin. -
‘Em ê bi berxwedanê bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk a dagirker’
Malbatên şehîdan ên Kantona Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hemberî êrîşan heta dawî li berxwe bidin. -
Ciwan bi îrade û hêviyê xwe rêxistin dikin
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Bahoz Cûdî diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet, divê ciwan bên perwerdekirin. -
Li Qamişlo û Dêrikê li dijî êrîşên dagirkeriyê meş
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qamişlo û Dêrikê bi meşên girseyî hatin protestokirin. -
250 xwendekarên zanîngeha Kobanê bi şahiyeke bi heybet derçûn
Bi hezaran gelê Kantona Firatê tevlî şahiya derçûna 250 xwendekarê zanîngeha Kobanê bûn û peyama misogerkirina serketinê dan. -
Cenazeyê Şehîd Mihemed Hac Seîd hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Mihemed Hac Seîd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hat veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Raid Beşîr El Nezal li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Raid Beşîr El Nezal bi tevlîbûna sedan kesan li Reqayê hat veşartin. -
Hêrsa xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê zêde dibe
Hêrsa xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û hewldanên wî yên sabotekirina hilbijartinan zêde dibe. -
Bîlançoya êrîşên li ser Efrîn-Şehbayê
Navenda Çapemeniyê ya HRE’yê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de 124 caran Kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kir û di êrîşan de gelek zarok şehîd bûn. -
Rêveberiya Xweser: Em xwedî li îradeya xwe derkevin
Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk berdewama polîtîkaya qirkirin û dorpêçkirina herêmê ye û li dijî polîtîkayên qirkirinê banga pêşxistina piştevaniyê û tevlîbûna hilbijartinan kir. -
‘Em şanaz in ku bi zimanê xwe yê Kurdî dixwînin’
Xwendekarên ku li Kantona Firatê karnameyên xwe wergirtin, hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew gelek şanaz in ku bi zimanê xwe yê dayikê li dibistanan perwerdehiyên xwe dibînin. -
Salih Muslim: Tê xwestin ku hilbijartin bi êrîşan were sabotekirin
Salih Muslim êrîşên dewleta Tirk weke hewldana sabotekirina hilbijartinan pênase kir û got: ‘’Dewleta Tirk li hemberî hilbijartinan gelekî bêtehemil e. Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teqez van hilbijartinan lidar bixe.’’ -
QSD: Di êrîşên dewleta Tirk de 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn
QSD’ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 4 şervan şehîd bûne û 11 sivîl birîndar bûne. -
Êrîşa li ser Til Koçer û Til Hemîsê: 2 şervan şehîd bûn
Dewleta Tirk a dagirker 8 car êrîşî qadên Til Koçer û Til Hemisê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa balafirên keşfê yên li ser nuqteya QSD’ê de 2 şervan şehîd bûne.