Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî ‘Doza Kobanê’ dan

33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî cezayên giran ên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatine birîn, dan û gotin “Em li gel siyasetmedarên Kurd in.”

33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî hevpar bertek nîşanî biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, dan.

Li hember biryara dadgehê ji aliyê gelek saziyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve daxuyanî hatin dayîn ku ev ceza şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala Tirk piştgiriya terorê û DAÎŞ’ê dike ku bi sed hezaran welatiyên dewletên herêmê kuştin û koçber kirin û ev îsbat dike ku ev pergal, van terorîstan bi rêxistin dike û fînanse dike.

Her wiha di daxuyaniyê de bûyera revandina balyozê Tirk ji bajarê Musilê yê Iraqê dema DAÎŞ’ê kontrol kir hate bibîrxistin ku ev bûyer hevkariya Tirkiyeyê bi DAÎŞ’ê re îsbat dike û çawa derbaskirina birîndarên DAÎŞ’ê hêsan kiriye ji bo ku xwe li Tirkiyeyê derman bikin.

Di daxuyaniyê de balhate kişandin ser binkeftina DAÎŞ’ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî û hate gotin ku Erdogan ji vê binkeftinê aciz bûye û ji ber wê, komeke siyasetmedarên Kurd dadirzîne ruxmî ku rojekê çek ranekirine û tenê di aliyê siyasî û demokrasî de têkoşiyane.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku desthilatdariya Tirk, komkujiyên siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd dike tenê ji ber ku piştgiriya çalakiyên li dijî DAÎŞ`ê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dadgeha Tirkiyeyê di destê Erdogan de bûye lîstok ku li dijî hevrikên xwe yên siyasî bi kar tîne û ji ber wê li dijî siyasetmedarên piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, cezayên girtinê birîn.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em van cezayan bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên NY, YE û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê dikin ku destwerdanê bikin û mîna van şanoyên tirane rawestînin. Em bang li raya giştî, parlamenter û azadîxwazên li cîhanê dikin ku piştgiriya wan bikin û dengê xwe li pêşiya desthilatdariya faşîst a Erdogan bilind bikin. Her wiha em bang dikin ku ji pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê re çareseriyeke adil û demokratîk bê dîtin. Em piştgiriya siyasetmedaran dikin ku desthilatdariya Tirk cezayên neadil li wan biriye.”

Partiyên daxuyanî dane ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesik a Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Partiya Komkunîst a Kurdistanê

Partî ya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Sûriye Pêşerojê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Tevgera Nûkirin a Kurdistanê

Yekitiya Karkeran a Kurdistanê

Desteya Nîştimanî ya Sûriyeyê

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Reform a Sûriyeyê

Partiya Asûr a Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafizkeran

Partiya Têkoşîna Demokratîk

Şepêla Siberojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Rojavayê Kurdistanê

Desteya Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Partî)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)

Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê

Partiya Suryana