Dewleta Tirk li Şehbayê 4 zarok birîndar kir

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker îro gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş yên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê di saetên serê sibê de bombebaran kir.

Welatiyên ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin, hatin hedefkirin. Di encama topbarana li ser Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûn.

Li gorî xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn rewşa Duha Hesen (16) û Xedîce Îsmelî (15) baş e û şandine malê. Meter Îbrahîm ji lingê xwe ve birîndar bûye û hîna di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Meter Îbrahîm diyar kir ku wî li nava zêviyan paletiya kemonê dikir, di wê kêliyê de topbaran pêk hat û got: "Ez û birayê xwe birîndar bûn. Rewşa birayê min giran e. Em gelekî tirsiyan. Ji bo debara jiyanê em çûn palehiyê.”

Faris Îbrahim ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye, rewşa wî giran e û niha di çavdêriya awarte de ye.

Her wiha di topbarana li ser gundê Um Hoş de zêdetirî 13 seriyên pez ên welatiyê bi navê Xidir Sihod telef bûn.