Tevgera Ciwanên Şoreşger: Dijminên şoreşê dixwazin rastiyê berovajî bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî derbarê hewldanên reşkirina tevgera xwe de daxuyaniyekî nivîskî da û diyar kir ku ti eleqeya wan bi bûyerên şewitandin û revandinê re nîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tu têkiliya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi bûyera revandina kesan re tune ye. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tekane armanc û xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkbirina dagirkeriyê, valaderxistina şerê taybet û têkoşîna li dijî hemû polîtîkayên li ser herêmê ne.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Em di pêvajoyeke girîng û hesas re derbas dibin. Hêzen hegemonîk bi polîtîkayên xwe yên qirêj dixwazin careke din hegemoniya xwe ya cîhane bi dest bixin. Her wiha ew hêzên hegemonîk polîtîkayên xwe yên qirêj li Kurdistanê bi awayekî bê navber didin meşandin. Şoreşa Rojava, bi pêşengtiya ciwanan hate destpêkirin ku dikeva sala xwe ya 12’yan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê jî di warê avakirina hişmendiyekî exlaqî, azadîxwazî, û avakirina hêzeke xweparastinê de li herêmê xwedî roleke girîng e. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gel û destkeftiyên şoreşê ji roja avabûna xwe û heya dema me ya niha tim têkoşîneke bênavber meşandiye.

Têkildarî bûyera revandina hin kesan de em dibînin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger bûye hedefa dijminên Şoreşa Rojava û bi taybet jî ya dewleta Tirk û kesên xîyanetkar. Bi polîtîkayên xwe yên reşkirinê hewl didin ku rastiyê berovajî bikin ku gelê herêmê ji Tevgera Ciwanên Şoreşger dûr bixin. Her wiha di van demên dawî de navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê  bi hin bûyerên qirêj ên weke weke şewitandina hin cihan, revandina hin kesan û tundiya li dijî hin kesên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bilêvkirin.  Em bi awayekî teqez destnîşan dikin ku tu rastiya van îdîayên qirêjkirinê tune ye û dubare dikin ku tu eleqeya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi van kiryarên qirêj re tune ye.

Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê em ê tim li ser şopa şehîdên xwe bin û  ji bo parastina gelê xwe têbikoşin. Her wiha em ê tu carî nekevin di bin bandorê şerê psîkolojîk ê hêzên  hegemonîk û  dagirker. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê em dubare dikin ku tu rastiyan van îdîayên qirêj tune ye ku parçeyekî hewldanên hêzên dagirker û xiyanetkaran a qirêjkirina tevgera me ye. Her wiha em bang li hemû ciwanên Sûriyeyê dikin ku bila werin û di bin siwana Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê de xwe birêxistin bikin û li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin.’’