BI DÎMEN

Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hat veşartin, sê şehîd jî hatin bîranîn

Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê Şehîd Egîd Kobanê bi merasîmeke biheybet li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê spartin axê û her wiha di merasîmê de Şehîd Fîraz Artêş, Denîz Aras Kobanê û Zîn Zagros hatin bibîranîn.

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan ji bo merasîna veşartina cenazeyê Şehîd Egîd Kobanê berê xwe dane Goristana Şehîd Dicle û bi merasîmeke biheybet cenazeyê Şehîd Egîd Kobanê spartin axê. Her wiha di merasîmê de Şehîd Fîraz Artêş, Denîz Aras Kobanê û Zîn Zagros jî hatin bibîranîn.

Şehîd Egîd Kobanê ( Mistefa Mihemed Elî ) ku di 14`ê Gulana 2024`an li Sirînê dema li ser erka xwe tevlî karwanê şehîdan dibe û cenazeyê  Şehîd Egîd Kobanê ji aliyê gel ve bi merasîmeke biheybet  hate veşartin. Her wiha  gerîlayê HPG`yê Fîraz Artêş (Muhammed Heliç ) ku di 30’ê Îlona 2022`yan de li Metînayê şehîd bûbû, gerîlaya HPG`yê Denîz Aras Kobanê (Necla Bozî ) ku di 17`ê Kanûna 2021`an li Xakûrkê şehîd bibû û gerîlaya HPG`yê  Zîn Zagros (Gulê Hiso) ku ew jî di 1`ê Nîsana 2024`an li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû di merasîmê de hatin bibîranîn. 

Di merasîmê de Berdevka Kongra Starê ya bajarokê Şêranê Lifriye Mehmûd  axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev yek anîn ziman: ‘’Bi têkoşîna ku îro tê meşandin derbên giran li dijmin tê xistin. Gerîla tevî şert û mercên herî zehmet jî têkoşîna xwe ya azadiyê bê navber didomînin û ji dijmin re bûne tirs û xofeke mezin. Îro salvegera Komkujiya Hewlêrê ye ku komkujî li pey komkujiyê li ser gelê Kurd  pêk tên. Li dijî van yekan tekane rêya me têkoşîn û serkeftin e.’’ 

Emdamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Polat Amed jî axivî û got: ‘’ Em ê bi hêza şervanên xwe dawî li dagirkeriyê bînin û em soz didin ku em ê li dijî hemû êrîşên ku li ser herêmên me tên kirin, bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.’’

Li ser navê malbata Şehîd Denîz Aras Kobanê, Darîn Denîz axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev yek anîn ziman: ‘’Xeyalên Şehîd Denîz Aras Kobanêyê gelekî mezin bûn ku yek ji wan xeyalan jî têkoşîna li çiyayên azad ên Kurdistanê bû.  Denîz Aras Kobanêyê li hemberî dagirkeriya dijmin  têkoşîneke bêhempa meşand û li herêma Xakûrkê şehîd bû. Tekane soz û dirûşmeya me heye û ew jî ew e ku yan em ê bi rûmet li ser axa xwe bijîn yan jî em ê bi şer li ser vê axê şehîd bibin.’’

Piştî axaftinan wesîqeya Şehîd Egîd Kobanê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û teslîmî malbatê kirin. Cenazeyê Şehîd Egîd Kobanê bi dirûşmên; ‘’Şehîd Namirin’’ û tilîliyên dayîkan hate veşartin û piştî merasîna veşartina cenazeyê şehîdî girseyê berê xwe da Konê sersaxiya Şehîd Egîd Kobanê.