Endamên TCŞ’ê: Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, em ê têbikoşin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li Reqa û Dêrezorê ragihandin ku ew bi xebatên xwe hewl didin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş belav bikin û peyama “em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin” dan.

ENDAMÊN TCŞ'Ê

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 welatên cîhanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ destpê kir. Bi sedan siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, ciwan û kesayetên xwedî bandor li cîhanê beşdarî pêngavê bûn û hîn jî pêngav berdewam dike.

Ciwanên şoreşger li hemû parêzgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin bi riya xwepêşandan, semînerên diyalogê û weşandina bruşûran fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bikin. Têkildarî vê yekê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li Reqa û Dêrezorê ji ANF’ê re axivîn.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ê li Reqayê Bîlal El-Mihemed wiha got: “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berpirsin. Em divê hîn bêhtir tevlî pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ bibin da ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin. Di vî alî de herî zêde wezîfe dikeve ser milê ciwanan, lewma divê em fikir û felsefeya wî belav bikin.”

Rêveberê TCŞ’ê yê li Dêrezorê Xenam El-Ehmed jî diyar kir ku ew weke TCŞ bi semînerên diyalogê û çapkirina bruşûran xebatên xwe birêxistin dikin û destnîşan kir ku her ciwan ji bo rol û mîsyona xwe pêk bîne, divê xwe perwerde bike.

Xenam El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt jî got: “Em bi riya organîzekirina civîn û xwepêşandanan, xebatên ji bo belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan didomînin. Heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger dikin, em ê têkoşînê bidomînin.”