Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê careke din serlêdan kirin.

Malbata Rêber Apo û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê têne ragirtin, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Şert û mercên tecrîda giran ên ji sala 2011'an û cezayên dîsîplînê yên di salên dawî de bi rêk û pêk têne birîn, hevdîtina Rêber Apo û girtiyên din a bi malbatê û parêzeran re asteng kir.

Di navbera salên 2021-2024'an de her yek jê ji bo sê mehan herî kêm 8 caran cezayê dîsîplînê hate birîn. Lê belê hinceta cezayan û naveroka dosyayan bi parêzeran re nehate parvekirin.

Rêber Apo 3'ê Adara 2020'î rû bi rû, di 25'ê Adara 2021'ê de jî bi telefonê bi malbatê re hevdîtin kiribû. Di 23'ê Cotmeha 2024'an de piştî 4 salan Rêber Apo bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kiribû û anîbû ziman ku tecrîd dewam dike.

Herî dawî 7'ê Hezîrana 2025'an bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtineke taybet hatibû kirin û Rêber Apo biraziyê xwe Omer Ocalan û yekemcar li gel xwarziyê xwe Alî Ocalan pitşî 26 salan du zarokên xwarziyê xwe dîtibû. Heman rojê malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî karîbûn hevdîtinekê pêk bînin.

Malbatên girtiyên din Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan jî serlêdana hevdîtinê kirin ku beriya demeke kurt sewqî Îmraliyê hatin kirin. Malbat dixwazin astengiyên li pêşiya mafê hevdîtinê bê rakirin. Heta niha bersiveke fermî ji daxwaza hevdîtinê re nehatiye dayin.