Berdana hevşaredara berê ya Qereyaziyê hate astengkirin

Berdana hevşaredara berê ya navçeya Qereyaziyê ya Erziromê Melîke Goksû bi awayekî keyfî 3 mehan hate taloqkirin.

Melîke Goksu ku ji sala 2019’an ve tê girtin, ligel ku diviya bi şert were berdan jî, rastî astengiyên keyfî hat.

Melike Goksû ku niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye, berdana wê bi biryara Lijneya Rêveberî û Şopandinê ya Girtîgehê 3 meh hate astengkirin. Hincet jî ‘nebeşdarbûna wê ya ji bo lîjneyê’ hate nîşandan.

Di hilbijartinên sala 2019’an de Melîke Goksû di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de wek hevşaredara Qereyaziyê hatibû hilbijartin û di 18’ê Îlona 2019’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Melîke Goksû, di encama darizandinê de 7 sal û 6 meh ceza girtibû û bi biryara Wezareta Karê Hundir li şûna wê de qeyûm hatibû tayînkirin.