ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
QSD'ê ragihandin ku 3 çeteyên DAÎŞ'ê yên pêwendiya wan bi dewleta Tirk re hebû hatine girtin. -
TEV-DEM'ê êrişa li ser Şengalê şermezar kir
TEV-DEM'ê ragihand ku ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî berpirsyar in û bang li raya giştî yıa navneteweyî kir ku pêşî li êrişan bigire. -
'Em gelekî bi şens in ji ber ku şahidî ji vê berxwedana dîrokî re kir'
Nûçegihana ANHA'yê Dîcle Ehmed: Ev hêzên ku ji zarokên Minbicê pêk tên, ne tenê bajarê xwe, her wiha tevlî rizgarkirina Kobanê û Sirînê bûn. Li gelek cihan li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. -
Amara Şervan: Nîşan da ku îradeya jinê li ber kesî teslîm nabe
Fermandara YPJ'ê Amara Şervan: Di mijara sekna jinê ya di şer de her tim kûrbûnek hebû. Dijmin bi taybetî êrişî hevalên jin dikir. -
Azadbûna Minbîcê hate pîrozkirin
Salvegera 5’emîn a azadbûna Minbîcê bi coş hate pîrozkirin. -
Dagirkeran li Til Temirê jinek birîndar kirin
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Til Şenan a Til Temirê jinek birîndar bû. -
Dewleta Tirk Til Temir û Şera bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li Til Temirê ya bi ser Kantona Hesekê û li Şeraya Efrînê da. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîlên din revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîlên din yên temenê wan di navbera 40 û 70 salan de ye revand. -
Kongreya Star: 15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e
Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e. -
Dewleta Tirk di 5 salan de li Minbîcê 30 kesên sivîl kuşt
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 5 salên dawîn de herî kêm 835 caran êrişî Minbîcê kiriye û 30 kesên sivîl kuştiye. -
Xedîje Elo: Rêber Ocalan em jin bi xwe da naskirin
Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xedîje Elo qala bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd re kir û anî ziman ku Ocalan jin bi xwe da naskirin û wê timî li ser doza wî bin. -
'DAÎŞ li Kobanê şikest, li Minbicê jî ber bi qedandinê ve çû'
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş got, "Piştî pêngava Minbicê êdî her kesî baweriya xwe pê anî ku deverên cuda jî dikare ji DAÎŞ'ê bêne rizgarkirin. DAÎŞ li Kobanê hate şikandin, lê belê destpêka qedandina DAÎŞ'ê li Minbicê bû." -
PYD:15’ê Tebaxê gele Kurd hişyar kir
PYD’ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got “Guleya destpêkê gelê Kurd hişyar kir.” -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek din jî revandin
Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Satiye sivîlek din revandin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê cara duyem êrişî Zirganê kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên başûrê navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ber topan. -
Li Şêrawayê ji ber teqîna mayinê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê du zarokên ku birayên hev bûn, dema pezê xwe diçêrandin mayin teqiya. Herdu zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Xidro: Herî pir YPJ ya ku DAÎŞ têk birî bandor li ser jinan kir
Seroka Konseya Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku meha bihurî tevlî Konferansa Jinan a 2'yan a Rojhilata Navîn a li Bêrûdê bûyî got jinên li konferansê herî pir ji Şoreşa Rojava û YPJ'ê karîger bûn. -
Ji ber teqîna mayînekê li Şêrawa zarokek mir
Ji ber teqîna mayîna berê ku hatibû çandin li gundê Meyasa ya navçeya Şêrawa ya Efrînê zarokek dema pezê xwe diçêran mir, kesek jî birîndar bû. -
Dewleta Tirk nava du rojan 24 sivîl revand, 20 mal xera kir
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Ezaz û Girê Spî di navbera 10-12'ê Tebaxê de yek jê pitik hreî kêm 24 sivîl revand û 20 mal xera kir. -
Rejîma çete ya li Efrînê sivîlan direvîne û fîdye dixwaze
Li Efrîn a dewleta Tirk a dagir kiriye sivîlek hate revandin. Ji bo berdana kesê bi navê Bavê Nîdal bê berdan daxwaza 7 hezar dolar fîdye dikin. -
Li Efrînê her roj sivîl têne revandin
Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, her roj sivîl têne revandin. -
'DAÎŞ neviyê Osmaniyan e û xwe li ser qirkirina Kurdan ava kirine'
Yek ji şahidê qirkirina DAIŞ'ê Mihemed El-Ehmed behsa terora Tirk û çeteyên wê ya li herêma Şehbayê ya li ser Kurdan kir û got, "DAÎŞ'ê xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiribû." -
Efrînî li dijî tecrîda Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan meşek girseyî lidar xistin. -
Revandina sivîlên Efrînê bê navber didome
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve binpêkirinên li dijî sivîlan ên li herêmên dagirkirî dawî nakin, bê navber didomîne. Hate ragihandin ku çeteyên girêdayî Tirkiye 2 sivîlên Efrînî li Ezaz û Idlibê revandin. -
Xelkê Minbicê li dijî dewleta Tirk meşiya
Xelkê Minbicê li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk û kuştina sivîlan meşiya.