Rejîma çete ya li Efrînê sivîlan direvîne û fîdye dixwaze
Li Efrîn a dewleta Tirk a dagir kiriye sivîlek hate revandin. Ji bo berdana kesê bi navê Bavê Nîdal bê berdan daxwaza 7 hezar dolar fîdye dikin.
Li Efrîn a dewleta Tirk a dagir kiriye sivîlek hate revandin. Ji bo berdana kesê bi navê Bavê Nîdal bê berdan daxwaza 7 hezar dolar fîdye dikin.
Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê piştrast kir ku welatiyê bi navê Ezîz yê bi navê ‘Bavê Nîdal’ tê naskirin û ji gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê ye û li gundê Sorka yê girêdayî navçeya Racoyê dimîne, hate revandin.
Çavkaniyê diyar kir ku Ezîz hem êşkenceya fîzîkî û hem jî derûnî li ser wî hatiye kirin. Her wiha çeteyan li hemberî serbestberdana wî 7 hezar dolar xwestine.
Heta niha çarenûsa 35 malbatên Efrînî yên ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewayê yên ku vegeriyane Efrîna dagikirî, nayê zanîn.