Dewleta Tirk Til Temir û Şera bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker bi topan li Til Temirê ya bi ser Kantona Hesekê û li Şeraya Efrînê da.

Li gorî agahiyên ku hatin stendin, saet di 16.00’an de êrişî gundê Dildara yê Til Temirê hate kirin. hate diyarkirin topek nêzî fabrîkeya çîmentoyê ya di navbera Til Temir û Qamişloyê ketiye.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 16.40’an de gundên Meranaz û Alqemiyê ya Şeraya Efrînê bomberdûman kir. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk di hefteyên dawîn de êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa, Til Temir û Efrînê zêde kir. Di van êrişan de êrişî sivîlan tê kirin û sûcên şer ên giran tê kirin.

Di 4’ê Tebaxê de li gundê Sefawiyê ya li rojhilatê Eyn Îsayê hatibû bomberdûmankirin, bavek û sê zarokên wî miribûn.