Li 9 taxên Geverê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li 9 tax û kolanên cuda yên Geverê salvegera 46’emîn a PKK’ê hat pîrozkirin.

Bi pêşengiya jin û ciwanan salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li taxên Esentepe, Orman, Kişla, Yenî Mahalle, Esenyûrt û Dizeyê bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Gerîla dimeşe, erd û ezman diheje” hatin berzkirin.

Taxên ku lê pîrozbahî hatin lidarxistin ji alîyê polîsan ve hat dorpêçkirin û kesên ku ji rê derbas dibûn rastî lênêrna kêfî ya GBT’ê hatin. Li hin taxan jî ciwanan bi keviran bersiva êrîşên polîsan da. Niha li gelek cadde û kolanan pîrozbahî didomin.