'DAÎŞ neviyê Osmaniyan e û xwe li ser qirkirina Kurdan ava kirine'
Yek ji şahidê qirkirina DAIŞ'ê Mihemed El-Ehmed behsa terora Tirk û çeteyên wê ya li herêma Şehbayê ya li ser Kurdan kir û got, "DAÎŞ'ê xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiribû."
Yek ji şahidê qirkirina DAIŞ'ê Mihemed El-Ehmed behsa terora Tirk û çeteyên wê ya li herêma Şehbayê ya li ser Kurdan kir û got, "DAÎŞ'ê xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiribû."
Mihemed El-Ehmed yê ku bi navê Ebo Omer tê naskirin xelkê gundê Nihmanê ya girêdayî bajara Babê ye. Ehmed behsa terora dewleta Tirk û çeteyên wê kir.
El-Ehemd di destpêka axaftina xwe de diyar kir berî bi sed salan gundên wan yên Kurdan û yên Ereban bi hev re bi awayekî aşîtyane dijiyan û got:"Di destpêka şoreşa Sûryeyê de me Kurdên herêma Babê xeta sêyan hilbijart û bi vî awayî me meclis ji bo rêxisitiya gel ava kirin. Her wiha ji ber valahiyek di aliyê parastinê de çêbûbû me parastina xwe jî dikir."
El-Ehmed di berdewamiyê de got:"Berî sala 2013'an de, ti pirsgirêk di navbera komên opozisyonê û gelê Kurd yên li herêma Babê dijîn tunebû. Lê piştî wê dewleta Tirk civînek ji hemû komên opozisyonê û bi serkêşiya Ebid El-Cebar Igêdî çêkir. Di wir de hemû refleksên komên opozisyûnê dijberî Kurdan bû. 27 Tîrmehê sala 2013'an li gundê Til Eranê ya Kurdan zêdetirî 50 kes bi destê çeteyên dewleta Tirk şehîd bûn û piştî wê li hemû gundên Kurdan çeteyên dewleta Tirk bi cih bûn. Li kêleka wê komek bi navê xwediyê dua (Ehil El-Dewê) di navê gundan de belav bûn. Ew kom xwe weke firîşteyan didan nasîn derbasî hemû malên gundiyan dibûn û li mizgeftan waneyên olî didan gel û digotin "Ti têkilî di navbera me û artêşa azad û rêjma Sûriyeyê de nîne. Em ji bo oleke rast fêrî civakê bikin hatine vê derê." Di şevekê de ew kom xwe bi navê dewleta Îslamî (DAIŞ) bi nav kirin û piştî wê dest bi Pêngava girtin û revandina sivîlan kirin, di dawiya sala 2013'an de hemû endamên komên artêşa azad tenê cilên xwe guherîn û bûn DAIŞ. Serkêşa artêşa azad ya Babê û Rayîyê yê ku bi navê Ebo Ducan El-Tirkî tê naskirin bû mîra DAIŞ'ê ya herêma Bakurê Sûryeyê û karê wî tenê kiryaran li ser gelê Kurd pêk bîne û heya niha bi sedan gelê kurd yên hatine revandin çaranûsa wan nediyar e."
Mihemed El-Ehmed diyar kir bi gunehbariya ku ew Kurd e hatiye girtin El-Ehmed anî ziman, kesên ku ji wan lêpirsîn dikirin ji dewletên Rojavayê Erebî, Erebistan, Almaniya bûn û kesên zêde li wan êşkence dikirin Tirk bûn.
El-Ehmed bi dewamî got,''Nêzî heft mihan ez di zindanê de mam her wiha di wê demê de şerê Şengalê û Kobanê rû da bû û carekê ji dayîkek Êzidî lêpirsîn dikirin û her carê jê pirs dikirin tiliyên zarokên wê dayîkê li pêşiya çavên wê qut dikirin heya ku ew dayîk bersivên pirsên wan bide lê dayîk bersiv nedida wan."
El-Ehmed di berdewamiyê de got, "Dema ku ez li zindanê bûm yek bi navê El-Ûrdunî hebû, El-Ûrdunî ji bajarê Remsê ya Ûdrunê ye dema ku li Sûryeyê şer rû da ye berê xwe dayê Sûryeyê û tevlî DAIŞ'ê bûye lê dît ku rastiya DAIŞ'ê hemû tiştên dermirovî dike xwest ji vegete lê piştre ji aliyê DAIŞ'ê ve hat girtin.''
El-Ehmed bi dewamî got, "El-Ûrdunî çîroka xwe dema ku DAIŞ nas dike û çewa tevlî DAIŞ bûye ji me re vegot El-Ûrdunî wiha got: ''Dema ku li Sûryeyê şer rûdaye me didît ku çawa rêjîma Sûryeyê sivîlan dikuje ji ber wê me di medyaya civakî de dît ku li Sûryeyê zilm heye û pêwîst e ku em biçin cîhadê ji ber wê bi riya internetê min xwe gihand hin aliyan û ez gihîştim balafirgeha Stanbolê û li wir girûpek hat ez girtim û berê min dan Diyar Bekirê. Li wir 3'ê mihan ez û nêzî 800 kes em perwerde bûn, di perwerdeya me de digotin ku li Sûryeyê zilm heya pêwîst e em wê zilmê rakin ji ber wê em nih naçin şerê rêjîma Sûryeyê nakin. Em ê di destpêkê de biçin şerê Kurdan bikin ji ber Kurd di dîroka xwe de mirovên kafir in û Kurd dijminê mirovahiyê û aşîtiyê ne. Li kêlekê wê digotin hikumete Sûryeyê hêza xwe ji Kurdan digire ger me Kurd tune kirin rêjîma Sûryeyê jî wê tune bibe û wê rê heya Qudsê li me vebe. Piştî ku min perwerde xelas kir ez ji Tirkiyê derbasî Rayîyê bûm û li wir ez derbasî gundekî bûn min dît ku bav û 3 zarokên xwe nimêj dikirin. Min ji wan pirs kir bê ka kî ne. Gotin ku ew Kurd in, min di wê demê de ji xwe pirs kir, digotin Kurd dijminê mirovahî ne her wiha Kurd kafir in çawa niha zilamek Kurd nimêj dike. Piştî wê ez vegeiyam gel rêveberiya herêmê û min got ez nema di karê xwe de berdewam dikim û ez şer nakim û di encamê de ez niha di zindanê de me."
El-Ehmed bal kişand ku dewleta Tirk ku ji hemû aliyan ve piştgirî dida DAIŞ'ê û got, " Li bajarê Rayîyê rêya Tirênê di navbera Sûryê û Tirkiyê de hebû, li ser rêya tirênê derî ji bo çûn û hatinê vekirin. Ji êvarî heya sibehê çeteyên DAIŞ'ê di wî derî re diçûn Tirkiyê û dihatin û hemû çek û cebilxaneyên leşkerî bi riya wî derî ji Tirkiyê derbasî Sûriyeyê dibûn. Her wiha otobês li aliyê Tirkiyê disekinî û jê bi dehan çeteyên DAIŞ'ê derbasî Sûryeyê dibûn."
Şehida kiryarên DAIŞ'ê di derheqê sivîlan û Kurdan de Mihemed El-Ehmed di di dawiya axaftina xwe de ragihand hêzên ku niha girêdayî dewleta Tirk in, tu ferq û cudatiya wan ji çeteyên DAIŞ'ê nîne û wiha got:"Di sala 2017'an de dema ku herêma Şehba bi destê şervanên QSD'ê dihat rizgarkirin dewleta Tirk hemû hêza xwe kir bajarê Babê û got şerê DAIŞ'ê li Babê dike lê di şevekê de DAIŞ'iyên ku li Babê mane tenê cilên xwe guherîn û bûn koma Ehrar El-Şerqiyê û Firqet El-Hemzat yên ku niha girêdayî dewleta Tirk in. Yek ji DAIŞ'iyan Hesin Hibo, ji bajara Exterînê ye, dema ku hêzên muxalefetê avabû bû endama koma Ehrar El-Şem, piştî wê bû endama DAIŞ'ê û niha jî dîsa bûye endama hêzên girêdayî dewleta Tirk."