Dewleta Tirk nava du rojan 24 sivîl revand, 20 mal xera kir
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Ezaz û Girê Spî di navbera 10-12'ê Tebaxê de yek jê pitik hreî kêm 24 sivîl revand û 20 mal xera kir.
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Ezaz û Girê Spî di navbera 10-12'ê Tebaxê de yek jê pitik hreî kêm 24 sivîl revand û 20 mal xera kir.
Ji Adara 2018'an û vir ve li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, rejîmeke terorê heye. Bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, mirov tên revandin, kuştin, êşkence li mirovan tê kirin, talan û koçberiya bi zorê tê ferzkirin.
LI CINDIRÊSÊ 4 SIVÎL HATIN REVANDIN
10'ê Tebaxê li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê çar sivîl hatin revandin. Navê kesên hatine revandin wiha ye: Azad Fadil Erebo, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo û Delîl.
Li gorî agahiyan, çeteyên dewleta Tirk, çar kesên revandine birine zindaneke li gundê Îskayê yê li Şêrawayê û ji bo berdana wan jî fîdye ji malbatên wan xwestine.
LI EZAZÊ 2 EFRÎNÎ HATIN REVANDIN
10'ê Tebaxê li Ezaz û Idlibê 2 Efrînî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin.
LI ŞERAYÊ 15 SIVÎL HATIN REVANDIN, 20 MAL HATIN XERAKIRIN
11'ê Tebaxê li gundê Qurtqulana mezin a navçeya Şera ya Efrînê çeteyên Sûltan Mûrad 15 sivîl revandin.
Li gorî ANHA'yê navê 9 ji kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Berekat (60), Îbiş Berekat (20), Luqman Hemade (20), Ehmed Ednan Mistefa (26), Ednan Mistefa (55), Ednan Berekat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed û Luqman Şêx Ehmed.
Hate ragihandin ku çeteyên avêtin ser mala Mihemed Berekat û tevî kurê wî ew revandin, her wiha 20 xaniyên li heman gundî jî xera kirin.
LI GIRÊ SPÎ 2 JIN Û PITIKEK HATIN REVANDIN
11'ê Tebaxê li bajarokê Hemam El Tirkmen ê li Girê Spî 2 jin û pitikek hatin revandin.
Li gorî agahiyan kesên hatine revandin Maya Xelef Xelîl û pitikê wê yê 40 rojî ye ku ji eşîra El Bakîrat (eşîreke Tirkmen) e. Li gorî agahiyan Rewda Ebduleh jî ji eşîra Tirkmen a bi navê El Tobal e.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê Şukirî Ehmed Kindî (30) 7'ê Tebaxê dema ku ji Helebê vedigeriya gundê xwe hate revandin.
Bavê Şukirî Ehmed Kindî anî ziman ku kurê wî ji bo vegere gundê xwe 20 hezar dolar dabû çeteyan.
8'ê Tebaxê li gundê Xilko yê navçeya Bilbilê ya Efrînê Mihemed Xelîl Hecî Hisên (40) û hevsera wî ya ku navê wê nehate hînbûn hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.
TÎRMEHÊ 37 SIVÎL HATIN REVANDIN
Li gorî Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, tenê meha Tîrmehê herî kêm 37 sivîl hatin revandin.
Şêxo anî ziman ku li Efrînê guhertina demografiyê dewam dike û 21 mal û kargeh bi bahaneyên cuda hatine desteserkirin.