ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êrişa dewleta Tirk a li ser Minbicê hate şikandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên şeva Sêşemê hatin şikandin. -
Dewleta Tirk bombe li gundên Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan êriş bir ser gundên Meyas û Birc Qas ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê. -
Li Kobanê mayînek teqiya: 4 zarok birîndar bûn
Di encama teqîna mayîna ji bermahiyên berê yên DAÎŞ’ê ya li Kobanê de, 4 zarok birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser: Em ê li Cenevreyê nûnertiyê vekin
Nûnertiya Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê li Cenevreyê nûnertiya xwe veke. -
Cenazeyê 3 şehîdan li Kobanê hate veşartin
Mihemed Îbrahîm (Alan Kobanê), Ebdullah Miho (Ocalan) û Diyar Hemê (Çavreş) ên ku di dema perwerdehiya leşkerî de li Çemê Firatê de xeniqîn, li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin. -
Îstîxbarata Tirk li Efrînê 20 sivîl revandin
Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku servîsên îstîxbaratî yên Tirk li Efrînê 20 sivîl revandin û navê 3 kesên hatine revandin, eşkere kir. -
Leşkerên Tirk li ser sînor şîddet, tecawiz û êşkenceyê dike
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê êrişî 24 kesan kir. Hate ragihandin leşkeran tecawizî jinek û zarokekê kirine. -
Dewleta Tirk li Efrînê du sivîlên din revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek û hevjîna wî revndin. Bi aqûbeta du kesan nayê zanîn. -
Dewleta Tirk ji bo ku dagirkeriya xwe berfireh bike sivîlan dikuje
Di êrîşên Tirk û çeteyên wê de bi sedan sivîl hatin kuştin, bi sedan jê birîndar bûn, nexasim gundên ku piranî lê sivîl dijîn dikin hedef. -
Li Kobanê 3 şehîd hatin veşartin
Şehîd Mistefa Mistefa (Dêrsim Mûnzir), Xidir Mistefa (Xidir Kobanê) û Alîn Mudrîs (Nûjîn Ararat) li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Dêrsim Mûnzûr (Mistefa Mihemmed Mistefa) di 3’yê Tebaxê de, di encama qezayeke perwerdehiyê de şehîd bûye. -
Li Til Rifetê bi hezaran kesan êrişên dagirker protesto kirin
Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan. -
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehbayê bombe dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehbayê bombe dikin. -
Gelên li Qamişloyê qetlîama Sefawiyê şermezar kir
Gelên li Qamişloyê qetlîama li Eyn Îsayê ya li dijî malbatekê şermezar kir. -
Meclîsa Leşkerî ya Til Temir: Dewleta Tirk û çeteyên wê jîngehên sivîlan dikin hedef
Meclîsa Leşkerî ya Til Temir li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Til Temirê daxuyanî da û got ku wan di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane, wesayîtek hatiye rûxandin, 2 çete hatin kuştin 2 jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk dibistana gundekî Zirganê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker bombe li dibistaneke ya gundê Zirgan a dikeve bakurê Til Temirê barandin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bîlançoya êrîşan eşkere kir
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê di meha Tîrmehê de zarokek qetil kirin, 4 sivîl birîndar kirin û got: “16 çeteyên Mertala Firatê kuştine.” -
QSD’ê li ser komkujiya Sefawiyê daxuyaniyek da
Fermandariya Giştî ya QSD`ê komkujiya li gundê Sefawiyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve bişopîne. QSD`ê diyar kir ku dewleta Tirk di şer de israr dike. -
Ji Dayika Arîfa ya Efrînî 'Efrîn': Pirtûka 'Ji Bihiştê ber bi Dojehê ve'
Arîfe Bekir a bi pirtûka bi navê ''Efrîn: Ji Bihiştê ber bi Dojehê ev' zilma gelê Kurd a li Efrînê ya dema rejîma BAAS, guherîna li Efrînê ya bi Rêveberiya Xweser ve û rewşa bajêr a bi dagirkeriya Tirk re vedibêje. -
Dagirkeran li Zirgan û Til Temirê 2 jin birîndar kirin- NÛ BÛ
Hate diyarkirin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Til Werd a Zirganê û Til Temirê de 2 jin û du leşkerên Şamê birîndar bûne. -
Cenazeyê şehîd Îbrahîm Tûrgût hate veşartin
Yek ji Fermandarê Partiya Komunîst a Şoreşger Îbrahîm Tûrgût, bi merasîmeke li Goristana Şehît Xebat Dêrik hate veşartin. -
Dagirker hewl didin êrişî Til Temirê bikin
Li Til Temirê ya ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk êrişî wê dike, van rojan tevgera dagirkeran a li derdora wê zêde bûye. -
Dewleta Tirk Til Temirê bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker piştî li Eyn Îsa ji heman malbatê bav û 3 zarok qetil kir û şûnde, gundê Derdare ya Til Temirê bombe dike. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsa komkûjiyek pêk anî
Artêşa Tirk a dagirker mala Xelef Zeyd Îsa a li gundê Sefawiyê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kirin hedef û ji malbatê 4 kes hatin qetilkirin. -
Fuara pirtûkan a Rojava li gel astengiyan jî eleqeyek zêde jê re heye
Fuara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku hewl tê dayin her sal li Bakur-Rojhilatê Sûriyê were danîn, li gel astengiyên TC-PDK-ENKS-rejîma Baas, propagandaya reş û bihayê yê zêde yê kargoyan jî didome.