Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîlên din revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîlên din yên temenê wan di navbera 40 û 70 salan de ye revand.

Hate ragihandin ku dezgeha şîddet û sûcê “Polîsê leşkerî” ya dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê çêkiriye tevî çeteyên Lîwa Mihemed El Fatîh yên girêdayî Enqereyê 3 sivîl revandin.

Hate diyarkirin, Mihemed Xelîl (70), Elî Mihemed Şeban (42) û Ebdo Xelîl (50) hatine revandin. Her wiha li gorî agahiyan Elî Mihemed Şeban û Ebdo Xelîl rakirine girtîgeha li Maratê.

Dîsa bi standina fîdyeya hezar dolarî ya ji malbata Mihemed Xelîl, ew serbest berdane.

Ji Adara 2018’an û şûnde li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rejîmeke teror û çeteyan hat avakirin. Li bajêr ku veguheriye qadeke ku bi rengekî sîstematîk sûcên şer tê kirin, sûcên mîna revandina mirovan, înfaz, êşkence, talan û koçberkirina bi darê zorê bûye karê rojane.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka meha Tebaxê heya niha tenê li herêma Efrînê nêzî 40 sivîl revandine.

Li gorî Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo tenê di meha Tîrmehê de herî kêm 37 sivîl hatine revandin.

Şêxo her wiha diyar kir ku guhertina demografiyê ya li Efrînê didome û hêzên dagirker bi hincetên cûr bi cûr dest danîne ser 21 mal û kargehan.