Amara Şervan: Nîşan da ku îradeya jinê li ber kesî teslîm nabe

Fermandara YPJ'ê Amara Şervan: Di mijara sekna jinê ya di şer de her tim kûrbûnek hebû. Dijmin bi taybetî êrişî hevalên jin dikir.

Ji Fermandarên YPJ'ê Amara Şervan salvegera rizgarkirina Minbicê ji ANF'ê re nirxand û got, "Em çima şer dikin, çima têkoşîna çekdarî dimeşînin? Eger em dixwazin welatekî, gelekî bindest azad bikin, em neçar in ku têkoşîna çekdarî weke amûrekê bi kar bînin. Li Rojava di şer de hêzên me bi ti awayî li derveyî exlaqê şer tevnegeriyan. Armanca me ye ku her kesên tunekirina li ser îradeya wan tê ferzkirin, azad bike. Me têkoşîna çekdarî jî li dijî yên ku dixwazin gelan bieciqînin dan destpêkirin."

Amara Şervan destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew xwedî îradeyeke mezin e û got, "Em li her qada şer van armancên xwe ji xwe re dikin esas. Di her pêngava leşkerî de fikra me ya bingehîn ew bû ku em hîn bêhtir çiqasî dikarin azad bikin."

Amara Şervan ragihand, ew hêzek in ku ji bo edaleta tevahiya cîhanê şer dikin û got, "Yek ji pêngavên me yên leşkerî jî pêngava Minbicê bû. Minbic xwedî taybetmendiyên stratejîk bû. Bajarekî welê bû ku hem Kurd hem Ereb hem jî xelkên cuda lê hebûn. Xelkê Minbicê xwedî fikir û çandeke demokratîk e. Rêxistinên DAÎŞ û Nûsrayê bi bikaranîna nasnameya Îslamê xwestin ku îradeya gel tune bikin û li ser wan serwer bin. Ji ber vê yekê gel ditirsandin. Bi rengekî eşkere komkujî dikirin û hewl didan pêşî li rabûna gel a li ber wan bigirin. Gel jî neçar dima ku di bin kontrola wan de bimîne. Li cihên ku me azad kir, me ev rewş dîtin. Vê rewşê hêzeke mezin da me. Gel ji xwe li benda me bû. Her wiha hinekan dipirsî ku çima em dereng man.

Hedefa me ya esasî Cerablûs bû. Ji bo rizgarkirina Cerablûsê me biryar dan ku Minbicê azad bikin.

Li Minbicê hin taktîkên me û rêbaza me ya leşkerî encam da. Nêzîkatiya me ya bingehîn şerê li gorî exlaqê şer bû. Nepêkane ku hêzeke xwedî exlaqê şer e bêencam bimîne. Şerê me jî ne tenê şerekî fîzîkî bû, şerekî zîhniyetê bû. Taktîkên bingehîn ên dijmin danîna mayin û kemînan, sûîqest, dorpêçkirin û bi vî rengî şikandina îradeyê bû. Em xwedî koordînasyoneke baş bûn. Me ji xwe re kir esas ku zerar negihêje sivîlan. Ji ber ku gelek mirovên bêguneh dîl hatibûn girtin. Mînak li nexweşxaneyê bi dehan zarok, jin û mirovên extiyar weke mertal dihatin bikaranîn."

'TIMÎ SIVÎL DIDAN PÊŞ'

Ji fermandara YPJ'ê Amara Şervan destnîşan kir ku hêzên wan bersivên gelekî tund da çeteyên DAÎŞ'ê û got, "Wan êriş dikirin, lê belê me ti carî çeka di destê xwe de belasebep bi kar nedianî. Bi sebir û rêk û pêk em bi pêş ve diçûn. Bi taybetî em bi hesasiyet nêzî deverên weke dibistan û nexweşxaneyê dibûn. Li cihên pîroz, li nirxên manewî yên civakê wê ti carî çek nehatibûya bikaranîn. Ji van deveran êriş li dijî me dihate kirin, lê em gelekî bi baldarî tevdigeriyan. Ji bo me esas bû ku zerar negihêje gel û nirxên gel ên madî û manewî. Timî sivîl didan pêş, di her gavê de em li mayinekê rast dihatin. Li gelek malan bombe bi cih kiribûn, diteqandin.

Ji bo berjewendiyen xwe yên qirêj, zerar didan nirxên madî yên gel ku bi keda salan çêkiribûn. Bêguman di taktîkê de dewlemendî hebû. Ji ber ku zanî bûn eger bajarekî weke Minbicê ji destê wan biçe êdî şensê DAÎŞ'ê yê mezinbûn û xurtbûnê wê nemîne. Lewma heta rizgarkirina temamiya Minbicê em bi baldarî û hesasiyet tevgeriyan, operasyon meşand. Gel gelekî êş ji destê van kişand. Gelek zarok, jin, mirovên bêguneh bûn qurbanê şerê qirêj ê dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê. Herî dawî dema ku taxek du tax di destê wan de man, hewl dan bi hin tifaqan rewşê rizgar bikin. Gef xwarin ku eger 'hûn rê nedin me, em ê fedayiyên xwe bixin dewrê'.

Me serî li ber gefan netewand, lê belê em ne tevgereke welê ne ku kuştinê datîne ber xwe. Armanca me rizgarkirina bajar û mirovan bû. Ji bo hîn bêhtir zerar li gel nebe me korîdorek vekir. Bi hezaran ji wan hatibûn kuştin, gelek jî birîndar bûbûn. Dema ku ji korîdorê derdiketin hin sivîl jî dîl digirtin.

Wan sîstemek li ser tirsê ava kiribûn. Dema ku gel bihîst me dest bi operasyonê kiriye, gelekî şa bûbû. Li benda me bû. Ji ber vê yekê DAÎŞ bi hêrseke mezin Nêzî gel dibû. Gelek sivîl şehîd xistibûn. Hêzên me yên li vir şer kirin, şerekî mezin ê îradeyê meşandin. Ti carî xwe venegirtin, nesekinînin. Hêvî û daxwaz gelekî mezin bû. Ji ber ku em fedayî bûn ku dixwestin gelekî rizgar bikin. Me xwe li gorî şert û mercên giran plan kiribûn. Şehîdên me yên mezin çêbûn. Her şehadet bû sedem ku tevlîbûneke hîn xurt û bi îrade bê kirin. Armanc û biryara me rizgarkirina bajar û mirovan bû. Nêzîkatiya hevalên Kurd û Ereb û her şervanên ji parçeyên din ên Kurdistanê hatibûn bi vî rengî bû. Îradeya wan gelekî xurt bû, bi vî rengî bersiv didan êrişan. Di vî şerî de ku sê mehan dewam kir, berxwedaneke wiha hebû."

ÎRADEYA JINÊ ROJ BI ROJ ZÊDE DIBE

Fermandar YPJ'ê Amara Şervan anî ziman ku di mijara sekna jinê ya di şer de hre tim kûrbûnek hebû û got, "Dijmin bi taybetî êrişî hevalên me yên jin dikir. Dixwest ku hevalên jin dîl bigire, bi vî rengî jî daxwaza xwe bi tevgera azadiyê bide qebûlkirin. Di vir de armanc şikandina îradeya jinê bû. Armanca wan ev bû. Dijmin li ser vê bingehê êriş dikir. Mînak, hevala Koçerîn dema ku hewl dida hevalên birîndar rizgar bike, çeteyên DAÎŞ'ê xwestin wê dîl bigire. Hevala Koçerîn çalakiyeke fedayî li dar xist. Ev çalakî ne tenê ji bo rizgarkirina xwe ya fîzîkî bû, di heman demê de azadkirina ruhê xwe bû.

Nîşan da ku îradeya jinê wê li hemberî kesî teslîm nebe. Hêz, îrade û tevlîbûna jinê roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber ku em ji bo xwîna her şervaneke YPJ'ê her jineke şehîd bûye, hêrs û kîna xwe mezintir dikin. Her fîşeka me tolhildana jinekê ye. Ji ber vê yekê DAÎŞ li Minbicê jî herî zêde ji jinê ditirsiya. Tilîliyên şervanên jin ên li qada şer, îradeya dijmin dişikand. Çeteyên DAÎŞ'ê bi xwe li vê mikur dihat."