Dewleta Tirk di 5 salan de li Minbîcê 30 kesên sivîl kuşt

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 5 salên dawîn de herî kêm 835 caran êrişî Minbîcê kiriye û 30 kesên sivîl kuştiye.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê îro bîlançoya 5 salan a êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên rojava û bakurê Minbicê, belav kir.

Bîlançoya êrişan hemwextî salvegera 5`emîn a rizgarkirina Minbicê tê weşandin. Îro şêniyên bajarê Minbicê salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2016’an de ya bi destê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pîroz dike.

Li gorî bîlançoyê, “Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêma "bêçek" a li ser xeta Sacûrê û rojavayê Minbicê, 835 caran êriş pêk anîne.

Her wiha balafirên şer 4 êriş , balafirên keşfê jî 3 caran li eniya El-Erîme êriş pêk anîn û di encamê de sivîl birîndar bûne.”

Li gorî agahiyên Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê dane, “Gundên sivîlan rojane rastî topbaranê tên, bi vê yekê jiyana sivîlan, sewalan dikeve xeteriyê, mal tên rûxandin û zirar bi erdên çandiniyê dibe. Li gorî raporê, 2900 topên ji hemû cureyên çekan li herêmê ketine.

273 caran gundên sivîlan bi 115 topan bûne hedef. Ev rewş li gel bêdengiya navneteweyî dewam dike.

Her wiha 30 sivîlan û di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest dane û 67 kesên din birîndar bûne. Hinek ji wan astengdar bûne hinekî ji bi pirsgirkên derûnî re rû bi rû dimînin. Her wiha li gorî raporê, dibistanek û mizgeftek li gundê Um Edesê yê bakurê Minbicê hatine rûxandin.”