Dagirkeran li Til Temirê jinek birîndar kirin
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Til Şenan a Til Temirê jinek birîndar bû.
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Til Şenan a Til Temirê jinek birîndar bû.
Di bomberdûma dewleta Tirk a dagirker de li gundê Til Şenan a Til Temirê jina bi navê Meryem Hemdo Şêx (30) birîndar bû.
Ji ber ku gulleya topê li nêzî ket, Meryem Hemdo Şêx birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Gundê Til Şenan a ku bêtir Asûrî lê ne, her roj ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê bomberdûmankirin.