Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek din jî revandin

Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Satiye sivîlek din revandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Cindirêsê ya kantona Efrînê di 12`ê Tebaxê de şêniyê bi navê Ismet Ehmed Xelîl ê ji gundê Satiya yê navçeya Cindirêsê revand.

Çeteyan li hemberî serbestberdana Xelîl, ji malbata wî 500 dolarên Rmerîkî xwestine. Heta amadekirina vê nûçeyê jî Xelîl hîna nehatiye berdan.

Gelek endamên ENKS`ê koçberên Efrînê teşwîq dikin ku vegerin Efrînê û îdîa dikin ku çete nêzî wan nabin, lê belê dema welatî vedigerin malên xwe yekser têne revandin.