'Em gelekî bi şens in ji ber ku şahidî ji vê berxwedana dîrokî re kir'

Nûçegihana ANHA'yê Dîcle Ehmed: Ev hêzên ku ji zarokên Minbicê pêk tên, ne tenê bajarê xwe, her wiha tevlî rizgarkirina Kobanê û Sirînê bûn. Li gelek cihan li dijî DAÎŞ'ê şer kirin.

Yek ji şahidên Pêngava Rizgarkirina Minbicê nûçegihan Dîcle Ehmed bi wesîleya salvegera pêngavê ji ANF'ê re axivî.

Dîcle Ehmed anî ziman ku pêngava rizgarkirina Minbicê bi banga xelkê Minbicê pêk hat û got, "Xelkê Minbicê 3 salan di nava zilmeke giran a DAÎŞ'ê de ma. Lê belê bû bajarekî welê ku li gel vê zilmê jî serî netewand, timî li ber xwe da. Her roj dihatin kuştin, êşkence li mirovan dihate kirin, tevî vê yekê jî serî li ber DAÎŞ'ê neditewand. Amadekariyên pêngava Minbicê mehekê dewam kir û 1'ê Hezîrana 2016'an dest pê kir. Di pêvajoya pêngavê de li gel çîrokên trajîk her wiha me şahidî ji wê yekê re kir ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, YPG, YPJ û QSD'ê destanên çawa dîrokî dinivîsînin. Me her wiha barbariya DAÎŞ'ê ya li dijî gel jî dît.

Xelkê Minbicê beriya dagirkeriya DAÎŞ'ê di bin bandora rejîmê de bû, bandora ol jî gelekî zêde bû. Wê demê zexteke giran li ser jinan hebû. Zarokên keç ên 10-11 salî ser vekirî, lê jin ti carî nikarîbûn bi serê xwe derkevin derve. Bi hatina DAÎŞ'ê re ev zext girantir bû. Mînak; jin neçar man ku çarşefa reş li xwe bikin. Dema ku dest an jî porê jinekê xuya bikira ew dixistin nava qefesekê û bi rojan li goristanê bi tenê dihate hiştin.

Ji ber vê yekê gelek jin ên ciwan dîn bûn, gelek jin hatin recmkirin, tecawiz li gelekan hate kirin. Her ku mirov guh dida çîrokên gel, rastiya zilma DAÎŞ'ê bêhtir fêhm dikir. Her roj ji zindanan qîrîna jinan dihat. Li pêş çavên dayikan serê zarokan dihate jêkirin. Cenaze bi rojan li ser rê dihatin hiştin. Me gelek çîrokên mîna van ên trajîk ji gel guhdarî dikir.

Dema ku em ketin Minbicê, meydana Wardê hebû. Li wir kevirê ku serê mirovan li ser dihate jêkirin hîn jî bi xwîn bû. Tevî van hemûyan jî xelkê Minbicê serî netewand. Di destpêka şoreşê de piştî Kobanê yek ji deverên ku destpêkê li ber rejîmê rabû Minbic bû. Xelkê Minbicê siyaseta qirêj qebûl nekir. Zarokên Minbicê hêzên Şemsê Şemal û Siwar Minbic ava kirin. Ev hêzên ku ji zarokên Minbicê pêk dihatin ne tenê bajarê xwe her wiha li Kobanê jî şer kirin, tevlî rizgarkirina Sirînê jî bûn. Li gelek deveran li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Wan qebûl nekir ku gelê wan êşê bikişîne. Li ber xwe dan û bi ser ketin."

Dîcle Ehmed diyar kir ku pêngavê di 1'ê Hezîranê de ji du baskan dest pê kir û got, "Em jî bi hêza li baskê yekemîn bi pêş ve çûn. Hevalên me yên din baskê din dişopandin. Pêngavê 75 rojan dewam kir. Beriya em bibihêjin bajêr nêzî 200 gund hatin rizgarkirin. Navber kurt bû, lê belê ji ber ku DAÎŞ'ê mayin li her derê bi cih kiribû pêngav hêdî bi pêş ve diçû, gelek şervan jî ji ber mayinan şehîd bûn. Gelek mirovên ji şêniyên herêmê jî ji ber mayinan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha kedkarê çapemeniyê hevalê me Mûstafa jî ji ber mayinê şehîd bû. Kendal Cûdî jî birîndar bû.

Weke rojnamevanên ku pêngav dişopand me jî zehmetî kişand, ji ber ku gund bi gund em bi şervanan re bi pêş ve diçûn. Çete li her malê bûn, li her detayeke biçûk mayin bi cih kiribûn. Çeteyên DAÎŞ'ê gel jî weke mertal bi kar dianîn, bi taybetî li cihên ku çekên giran lê bûn, li cihê ku birîndarên wan lê bûn sivîl weke mertal bi kar dianîn. Ji bo vê jî bi giranî jin, zarok û extiyar bi kar dianîn. Ji xwe ciwan direviyan dihatin qadên şervanan, radihiştin çekê û şer dikirin.

Bi destpêkirina pêngavê re zilma DAÎŞ'ê jî zêde bû. Xelk dema ku ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane derdiket derve ji aliyê DAÎŞ'ê ve dihate kuştin. Li her derê sekvanên wan hebûn. Li wan sivîlan dixistin ên ku dixwestin birevin û xwe bigihînin şervanan. Gelek ji sivîlên hewl dan birevin pê li mayinê dikirin. Jinek hebû, nû zarok jê re çêbûbû, pitika wê hînê 40 rojî bû, dema ku direviya pê li mayinê kir.

Berxwedana dîrokî dema ku em gihîştin nava bajarê Minbicê pêk hat. Gelek çalakiyan çalakiya fedayî kirin. Şervaneke jin hebû navê wê Koçerîn bû. Çalakiya fedayî kir. Bi dehan şervanên jin û mêr çalakiya fedayî kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê ditirsiyan ku dema ji aliyê jinekê ve bêne ukştin wê nikaribin biçin bihuştê. Ji ber vê yekê dema ku dengê şervanên YPJ'ê dibihîstin yekser tekbîr dianîn.

Di pêngavê de ya ku herî zêde bandor li min kir, ew kêliya ku xelk dema şervan dît, yekser hembêz kir. Jin, zarok ji kêfa yekser şervan hembêz dikirn. Min ew kêlî dît, dîmen û wêneyê wê kişand.

Gel li malê bi dizî li Ronahî TV temaşe dikir. Xelkê digot ku ew gelekî ketin bin bandora Şehîd Mûstafa ku bi Erebî nûçe çêdikir û digot, "Her ku Mûstafa derdiket, digot şervan ewqasî nêzîk bû, hindik maye. Dema ku ev nûçe diweşand, hêviyên me mezin dibûn."

Meclîsa Sivîl a Minbicê jî alîkarî dida gel, ji ber ku ti saziyeke alîkariyê tune bû. Meclîsa sivîl bi derfetên xwe malên vala, kon dida xelkê, ew lê bi cih dikir û bersiv dida pêwîstiyên wan."