ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîdê Erka Xweparastinê Dîbo Mihemed Çawîş li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Dîbo Mihemed Çawîş ê li goristana Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê hate veşartin. -
Nasnameya 2 şehîdên QSD’ê hatin eşkerekirin
QSD`ê bi daxuaniyeke nivîskî nasnameyên du şervanên QSD`ê ku li gundewarê Hesekê û navçeya Eyn Îsayê di têkoşîna li dijî terorê û dagirkeriyê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Rêveberiya Xweser ji bo Şamê got: Dev ji sûcdarkirinê berdin!
Daîreya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nerazîbûn nîşanî hikûmeta Şamê da ku Rêveberiya Xweser dike hedef û sûcdar dike û got: “Ji aqil û mantiq dûr in.” -
Hêzên ewlehiyê serdana kampa koçberên Serêkaniyê kirin
Endamên YPJ, YPG, QSD, Meclîsa Leşkerî, Meclîsa Suryaniyan, Dîsîplîna Leşkerî, Erka Xweparastinê û Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo Cejna Qurbanê serdana kampa koçberên Serêkaniyê kirin. -
PDK li Deriyê Sêmalka çi miemelê bi Kurdan dike?
Li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbeyna Rojava-Başûrê Kurdistanê de ku ji 2013'an û vir ve tim pirsgirek lê heye, vê carê jî bi tifaqa MÎT-PDK'ê hin gavên din têne bicihanîn. -
HRE'yê ji bo şehîdgeha Efrînê lê da: 12 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn, Bab û Ezazê li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 12 çete hatine kuştin. -
Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'î hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'î hatine kştin, 2 jê birîndar bûne. -
Artêşa Tirk êrîşê navçêyên Nîbûl û Zehra ya Helebê kir û jinek kuşt
Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeyên Nîbûl û Zehra yên Helebê pêkanîn de jineke 30 salî ya bi navê Emîne Ebas El Fîl jiyana xwe ji dest da, 2 zarok brîndar bûn. -
Artêşa Tirk û çeteyên xwe êrîş bire ser bajarokên Nibûl û Zehra yên Helebê
Artêşa Tirk û çeteyên xwe ji Efrînê êrîş birin ser bajarokên Nibûl û Zehra yên Helebê. Hate gotin ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsa gule li wesayîta sivîlan reşandin
Artêşa Tirk a dagirker li Eyn Îsayê wesayîta sivîlan a li ser rê diçû, kirin hedef û gul lê reşandin. -
Çend wêne ji pîrozbahiya bi coş a 19'ê Tîrmehê ya li Qamişloyê
Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê pîrozbahiyeke bi heybet hate lidarxistin. Çend wêne ji vê pîrozbahiyê... -
Heyeta MSD'ê bi Serokkomarê Fransayê Macron re rûnişt
Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku heyeta MSD'ê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye. -
Pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê ya li Qamişlo dawî bû
Di pîrozbahiya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li bajarê Qamişloyê bangên naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin. -
Li Qamişloyê Şoreşa Rojava bi coş hate pîrozkirin
Şahiya pîrozbahiyên 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojva ya ku ev hefteyek bû destpêkiribû, li Qamişlo bi coş bi dawî bû. -
19'ê Tîrmehê ji tunebûnê bihara gelê Kurd afirand
Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiyê ji hêvî û armancên gelan re dike. Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê destnîşan dike. -
QSD'ê 2 DAÎŞ'iyên din zevt kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêra Zorê û Hesekê di oeprasyonan de 2 çeteyên DAÎŞ'ê zevt kirine. -
‘19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e’
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyê çareseriya aloziya Sûriyeyê ye, ji ber ku projeya biratiya gelan li Rojava pêk anî. -
PAJK: Şoreşa Jinê ya Rojava bû hêvî ji mirovahiya pêşverû re
Koordînasyona PAJK’ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şoreşa Rojava û got, “Hilweşandin û têkbirina faşîzmê, mîna ku di Şoreşa Rojava de hate kirin wê bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan bibe.” -
'Bijî Şoreşa Rojava'
Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan li ser salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, "Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin, ji bo parastina destketiyên xwe hîn bi pêş ve biçin." -
Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê: 4 şehîdgeh hatin xerakirin
Dewleta Tirk li Efrînê êrişî miriyan, êrişî goran kir; çar goristanên şehîdan ên li bajêr xera kirin, şewitandin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ednan El Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Ednan El Mirî di 15’ê Tîrmehê de li Eyn Îsayê şehîd bûbû. Cenazeyê wî li Goristana Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
MLKP Kurdistan: Şoreşa Rojava rêya xwe didomîne
Rêxistina MLKP Kurdistanê di salvegera wê ya 9’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku şoreş li ser rêya xwe dimeşe. -
MSD’ê di salvegera şoreşê de li hemberî dagirkeran banga yekîtiyê kir
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemberî dagirkeran banga yekîtiyê kir. -
Enternasyonalîstan ji bo Şoreşa Rojava bang kirin: Em di berxwedanê de yek bin
Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo Şoreşa Rojva bang kirin û gotin, "Em di berxwedaniyê de yek bin." -
Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 9'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.