Kongreya Star: 15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e

Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e.

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de, daxuyaniyeke nivîsî weşand.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku piştî salên dirêj 15’ê Tebaxê gelê Kurd hişyar kir û wiha hate gotin:

 “15’ê Tebaxê dikeve sala 38’an. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo azadiyê û vegerandina baweriya gelê Kurd bû, ku li ser destê dagirkerên Kurdistanê gelek zilm û zordarî dît. Ew pêngav di rêya azadiyê de hişyariyek çêkir û qeydên koletî û zordariyê şikandin. Ew roja vejînê ya gelê Kurd e, nexasim piştî serhildanên Kurdan ên hatine çewisandin û pêşengên wê bi qirkirinê re rû bi rû mabûn.

15’ê Tebaxê ji bo vejandina îradeya azad û berxwedêr û avakirina mirovê azad bû. Li dijî hemleyên faşîzma Tirk li dijî gelê Kurd, 15’ê Tebaxê bersiveke hişk ji bo faşîzmê bû ku Kurdê azad û berxwedêr vegeriya jiyanê. Her wiha bersiva gotina Tirkan bû ya digot nasnameya Kurdî hatiye tunekirin û êdî venagere.

Çirûska Pêngava 15’ê Tebaxê ku bi berxwedana zindanan û agirê bedena Mazlûm Dogan û rojiya mirinê ya Kemal Pîr û Mihemed Xeyrî Durmuş û hevrêyên wan dest pê kir û li çiyayên azad belav bû, guleya yekemîn di dilê faşîzma Tirk ket. Gelê Kurd û dostên wan ên azadîxwaz li dor fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûn û ji hemû gelên herêmê re bû felsefeya jiyana azad.”

Koordînasyona Kongreya Star di dawiya daxuyaniya xwe de 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di kesayeta fermandarê şoreşger şehîd Egîd de, li hemû şehîdên azadiyê û gelê Kurd pîroz kir.