Revandina sivîlên Efrînê bê navber didome

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve binpêkirinên li dijî sivîlan ên li herêmên dagirkirî dawî nakin, bê navber didomîne. Hate ragihandin ku çeteyên girêdayî Tirkiye 2 sivîlên Efrînî li Ezaz û Idlibê revandin.

Kiryar û pêkanînên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên mîna revandin, girtin, êşkence, destdirêj-destavêin û destdanîna ser mal û milkên wan ên li herêmên dagirkirî bê navber didomin.

Li gorî agahiyên ji çakaniyên herêmî ya Efrînê, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên din ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên ji Efrînê, li herêmên dagirkirî revandin.

Çavkaniyan piştrast kir ku kesên revandî, ji bo ku ji aliyê çeteyan ve neyên girtin pere dabûn. Her wiha hate destnîşan kir ku welatiyê bi navê Ebdulqadi Ebdulnasir ê ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê dema hewl dida ji Idlibê derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê çeteyên Tehrîr El-Şam ve hat revandin.

Çavkaniyan got Ebdulqadir Ebdulnasir pere dabû komeke çeteyan da ku bi hêsanî derbas bibe.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker her wiha welatiyê bi navê Lutfî Mistefa Umer (37) yê ji gundê Îkidamê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî revand.

Çavkaniyan anî ziman ku çeteyan soz dabû Lutfî Umer ku wê negirin, lê dema gihaşt bajarê Ezazê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin.

Heta niha çaranûsa kesên revandî nayê zanîn.