ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPJ: Fermandar Sosin mejî û dîroka Şoreşa Rojava bû
Fermandariya YPJ'ê destnîşan kir ku Fermandar Sosin Bîrhat ji bo parastina gelê xwe bi fedakariyeke mezin kar kir û soza xwe ya ji bo misogerkirina şoreşê nû kir. -
Nasnameya 4 şehîdên Til Temirê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Temirê şehîd bûn. -
PYD'ê li dijî êrişên dewleta Tirk ji bo QSD'ê banga piştevaniyê kir
PYD'ê bang li her kesî kir ku ji bo pûçkirina konsepta şerê taybet a dewleta Tirk, piştgiriyê bidin QSD'ê. -
TEV-DEM: Gelê Kurd û pêkhateyên wê divê têkoşînê geş bikin
TEV-DEM'ê bal kişande ser êrîşên qirker ên Tirk û banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd û hemû pêkhateyên wê kir. -
Di êrişa dewleta Tirk de 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn
Di êrişa dewleta Tirk a doh êvarê de ya li ser Navenda Têkiliyên bi Gel re ya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, 4 şervan şehîd bûn. -
QSD: Li Reqayê 34 çete hatine girtin
QSD’ê li rojhilatê Reqayê operasyonek ewlekariyê da destpêkirin û diyar kir ku wan 34 çete girtine. -
Dagirkeran Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bomberdûman kirin
Wesayîta hewayî ya çekdar û bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li Navenda Têkiliyên Gel a Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê da. -
Li Reqa û Şedadê dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin
Li Reqa û Şedadê gel daket qadan û êrişên dewleta Tirk protesto kirin. -
Gelên Kobanê û Hesekê êriş şermezar kirin
Li Kobanê û Hesekê bi hezaran kesan êrişên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li nêzî Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin
15 kîlometreyan dûrî Qamişlo êrişî wesayîtekê hate kirin. -
Bombe li gundên Girê Spî têne barandin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên Girê Spî dibarîne. -
Li Efrînê 2 jin û zarokek hatin revandin -NÛ BÛ
Çeteyên Sûltan Mûrat ên dewleta Tirk li gundê Qortqolaqê yê navçeya Şera ya Efrînê jinek û keça wê revandin. Li navçeya Mabatayê jî jinek ji aliyê çeteyan ve hate revandin. -
32 partiyên siyasî bang kirin ku destekê bidin QSD'ê û Rêveberiya Xweser
32 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişandin ser êrîşên qirker ên Tirk û bang kirin ku destekê bidin QSD'ê û Rêveberiya Xweser. -
Îlham Ehmed: Daxuyaniyên Beşar Esad nû ne, lê pêwîstî bi nîqaşeke cidî heye
Hevseroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed diyar kir ku gotina 'Sûriye dikare bi rêveberiyeke nenavendî bê birêvebirin' mikurhatineke girîng e, lê belê di mijara şêweyê çareseriyê de pêwîstî bi nîqaşên cidî hene. -
Aldar Xelîl: Rojava li dijî her cûre êrişan bi xelkê Şengalê re ye
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl: Êrişa li ser Şengalê tesadûfî nîne. Eger Şengal bişikê wê Rojava jî bişikê. Divê cîhan hemû xwedî li Şengalê derkeve. -
Êrişa li ser Minbicê hate şikandin: 3 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyan a li ser gundê El Catê şikandin. Hate ragihandin ku 3 çete hatine kuştin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Til Rifet, Şehba û Şêrawayê bomberdûman dike
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Samoqa, Til Mediq û Dêr Cemal ên navçeya Til Rifet û Şehbayê û gundê Ziyaretê yê Şêrawayê bombebaran dike. -
Dewleta Tirk êrişî Şera û Şêrawayê kir
Dewleta Tirk û çeteyên wê bejahiya navçeyên Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê bomberdûman dike. -
Çeteyên dewleta Tirk du ciwan revandin
Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê du ciwan revandin. -
PYD'ê bang li dewletên garantor kir ku li ber êrişa li ser Zirganê rabin
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrişa dewleta Tirk a li ser Zirganê şermezar kir û bang li dewletên garantor kir ku bi berpirsyariya xwe rabin. -
Dagirkeran li Zirganê zarokek kuştin û zarokek jî birîndar kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dema Zirgan bomberdûman kirin, di wê êrişê de zarokek kuştin û zarokek jî birîndar kirin. -
Seydo: Ji êrîşa li ser Şengalê Iraq û Başûr berpirsiyar in
Endamê Konseya Rêveber a Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Îlyas Seydo destnîşan kir ku Iraq, hikûmetên Başûr û civaka navneteweyî rê li ber qirkirina Êzidiyan vekirine. -
Gelê Amûdê û yên Şehbayê êrişa li ser Şengalê protesto kirin
Gelê Amûdê û yên Şehbayê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê protesto kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Zirganê bomberdûman kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li rojhilatê Zirganê bomberdûman kir. -
Malbatên girtiyan berxwedana zarokên xwe silav kirin
Malbatên girtiyan, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Komîteya Gaziyên Şer ên Şehbayê berxwedana zindanan silav kirin. Saziyan bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila li hemberî zilmê bêdeng nemînin.