Cejna Vejînê bi meşa meşaleyî li Viyanayê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Viyanayê bi meşa meşaleyî têkoşîna 46 salî ya PKK’ê pîroz kirin û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Kurdistaniyên li Viyanayê bi meşa meşaleyî têkoşîna 46 salî ya PKK’ê pîroz kirin û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi boneya salvegera 46’an a PKK’ê meşa bi meşaleyî hate lidarxistin. Meş li Mariahilfer Strasse ku yek ji kolanên herî qelabalix ê bajêr e, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Beşdarên meşê bi hilgirtina meşale, al û flamayên cuda daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Endama Meclîsa Jinê ya Avesta Nurcan Guleryuz beriya meşê axivî û têkildarî têkoşîna PKK’ê û wiha got: “Destana 46 salî ya PKK ji bo tevahiya gelê Kurd bûye ronahiya hêviyê. PKK’ê ku bi hejmarek kêm dest pê kir, niha bûye tevgereke ku bi milyonan kes xwedî lê derdikeve. Em îro ji bo azadî û çareseriyê li vir kombûne. Em şehîdên xwe bi bîr tînin û bi biryar in ku mîrateya wan zindî bidin jiyîn. Em soza şikandina diwarên Îmraliyê didin. PKK ne tenê weke qirîna azadiyê, di heman demê de weke nîşaneya berxwedan û edaletê wate qezenc kir.”
Nurcan Guleryuz diyar kir ku Kurd hîna li Ewropayê tên krîmînalîzekirin û wiha got: “Hewl didin vîna gelê Kurd bişkînin. Em ji vir berxwedana gelê Kurd silav û pîroz dikin. Wê ti car nikaribin vîna gelê Kurd bişkînin.”
Girse piştre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” dest bi meşê kirin.
Di dawiya meşê de banga tevlîbûna pîrozbahiya ku wê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê 30’ê Mijdarê li navnîşana Lehargasse 8, 1060 Wien bê lidarxistin, hat kirin.
Ciwanên Kurdistanî piştî meşê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin û bi fîşekên hewayî salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê silav kirin.