Xedîje Elo: Rêber Ocalan em jin bi xwe da naskirin

Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xedîje Elo qala bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd re kir û anî ziman ku Ocalan jin bi xwe da naskirin û wê timî li ser doza wî bin.

Endama Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê Xedîje Elo bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vegot.

Xedîje Elo ku 5 caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, anî ziman ku ew xwe bi şens dibîne ji ber ku derfet dîtiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne û got, "Ez li paytexta Sûriye Şamê bûm. Cara yekemîn di sala 1994'an de di salvegera damezrandina partiyê de min Rêber Ocalan dît. Me berê guhdarî li kasetên Rêber Ocalan dikir û wê demê hêvî dikir ku Rêberê xwe bibîne. Dema ku me Rêber Ocalan dît, me bawer nekir. Di wê demê de em 4 jin tevlî civînê bûn û li refên paş me cihê xw egirtibû. Lê dema Rêber Ocalan em dît, gazî me kir ku em li refên pêş rûnên. Civîn li ser jinê û mafê jinê bû. Dema ku Rêber Ocalan li ser jinê axivî, me hîs kir ku heta niha me xwe nas nekirine. Rêber Ocalan 3 saetan axivî, lê me nezanî dem çawa derbas bûye."

Xedîje Elo ku cara sêyemîn di civîna 15'ê Tebaxê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, axaftina xwe wiha dewam kir, "Her cara ku me Rêber Ocalan dît, me tiştekî nû jê nas dikir. Bi her kesî re li gorî temenê wî pê re diaxivî. Kes zû ji bîr nedikir. Dema ku em em dibêjin Rêber Ocalan yekser siyaset tê bîra mirovan. Lê belê ne wisa bû. Bi civakê re pir nerm bû, lê serokê şoreşê ye. Em jin bi xwe dan naskirin. Ji ber vê heta mirinê em ê doza Rêber Ocalan bernedin."