Xidro: Herî pir YPJ ya ku DAÎŞ têk birî bandor li ser jinan kir

Seroka Konseya Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku meha bihurî tevlî Konferansa Jinan a 2'yan a Rojhilata Navîn a li Bêrûdê bûyî got jinên li konferansê herî pir ji Şoreşa Rojava û YPJ'ê karîger bûn.

30-31'ê Tîrmehê li paytexta Libnanê Bêrûdê Konferansa 2'yan a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê bi tevlêbûna 100 delgeyên ji 15 welatên cuda pêk ahtibû.

Li konferansê ku jinên Filistînî hazir kiribûn ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê Hevsesroka Rêveberiya Xweser, nûnerên Meclîsên Jinan ên Sûriyê û Jineolojiyê, seroktiya onseya jinan a rêveberiya xweser jî hazir bûn.

Cîhan Xidro, Seroka Konseya Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku yek ji delgeyan e diyar kir ji bo ku biryarên li konferansê hatine standin li qadên Rêvebriya Xweser bi cih bînin rojên pêş bi rêxistinên jinan ên herêmê re wê civînekê bikin. Xidro diyar kir li konferansê herî pir tundiya mêr û dewletê ya li ser jinan lê herî pir bandora dagirkeriyê hatiye gotûbêjkirin.

Xidro diyar kir li konferansê ji bo ku ji her welatî wê jin tevlê bibûna ji bo wan tenê rûniştinek hatibû veqetandin, wan jî bi Asya Abdullah re nûnera xwe diyar kirin û got, ''Heval Asya ji serê şoreşê ve xebatên jinan kiribû. Tevlî Konfera Jinan a 1'ê ya Rojhilata Navîn jî bûbû, ku li Amedê sala 2013'an pêk hatibû. Di Konferansa 2'yan e bi sernava Şoreşa Rojava û rola jinê em axivîn.  Me tundiya mêran a li Sûriyê û deverên din, komkujiyên li ser jinan ên bi destê dewletên serwer ên zayendîparêz, gotûbêj kir.''

Xidro bi berdewamî diyar kir li ser komkujiya jinan û kolekirina jinan a li Şengalê ya bi destê DAÎŞ'ê, tecawizên li ser jinan ên li Misrê, li Bakurê Kurdistanê girtin,a siyasetmedarên jin ên bi destê dewleta Tirk axivîne.

Xidro bi berdewmî diyar kir li konferansê yek ji mijara ku herî pir li ser hatiye axaftin rola jinê ya li şoreşê, destekfetiyên wan û mijara parastina wan destkeftiyan bûye.

Xidro got, ''Van 10 salên dawî li şoreşên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur roja jinan çi bû, bi çi rengî tevlî van şoraşan bûn. Li Tûnis, Misir, Sûdanê ji hêla siyasî, hiqûqî, qanûnî û civakî ve çi geşedan çêbûn. Em li ser van hemû aliyan axivîn.''

Xidro bi berdewamî got, ''Li civînê herî pir bala jinan li ser Şoreşa Rojava bû li li hemû Bakur-Rojhilatê Sûriyê berbelav bûyee û şoreşa jinan e. Hin delegeyan şoreşa me şopandibûn û hinekî naskirin. Hinan jê nas nedikirin. Meraq dikirin bê ka çima şoreşa me weke şoreşa jinan tê dîtin. Gelek jin jê karîger bûn ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê jin li hemû qadên jiyanê, li siyaset, rêveberiyê, li nav hêza xweparastinê  YPJ'ê cih digirin. Hin jinan gotin, ''me ji dûr ve şoreşa we dişopand lê me ev qasî nizanîbû. Bi rastî jî şoreşa we şoreşeke mînak e.

Li konferansê dema navberan li ser Şoreşa Rojava civakên me çêdibûn. Herî pir jinên Sûdanî ku bûbûn pêşengên hilweşandina dîktatoriya Emer El Beşîr bala wan didan ser Şoreşa Rojava. Wan jî hin tişt bi dest ve anîbûn lê ev kêm didîtin. Û pir meraqa Şoreşa Rojava dikirin.''

Xidro bi bîr xist li konfansê biryar li ser hatiye standin her şandeya ku ji welatekî hatiye li welatê xwe ê komîte ava bikin, ev komîte wê berpirs be ku bicihhatina biryarên konferansê bişopîne û komîte serê 6 mehan wê komî ser hev bibin.

Xidro her wiha bi bir xist yek ji biryara konferansê ew bûye ku li dijî her dagirkeriyê, qirkirina jinan, kuştinan, tecawizan, li dijî tundiya li ser jinan were sekinandin û li dijî van têkoşîn were geştirkirin.

Xidor diyar kir li qadên wan bi şoreşê re li dijî tundiyê têkoşîn dane, hê jî kêmasî hene, dewletên paşverû, hevkarên wan, ji bo ku tundiya mêran zêde bikin xebatên taybet dikin û got ew ê li dijî tundiya li ser jinan têkoşîna xwe geştir bikin, li Rojava li dijî tundiya li ser jinan yasa hene lê ji bo ku vê li tevahiya Bakur-Rojhilata Sûriyê berbelav bikin ji mêj ve dixebitin.

Xidro dagirkeriya Tir a li ser jinan jî bi bîr xist û got ew ê têkoşînê geştir bikin. Xidro got qirkirina jinan a dewleta Tirk ali Sûriyê jî anîne rojevê.

Xidro her wiha diyar kir ji bo ku biryarên konferansê werin bicihanîn wê komîte wer avakirin û ji bo avakirina komîteyê û ji bo ku nîqaş bikin bê ka wê rêyeke çawa bidin ber xwe, wê bi hemû tevgerên jinan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û saziyan re bêne cem hev.

Xidro got piraniya komîteyên ku tevlî konferansê bûne biryar li ser dane ku destek bidin Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê, xwestine ku van tecrûbeyan bibîni û dibe ku demeke nêz serdana wan bikin.

Xidro herî dawî got, ''Dibêjin desteka li şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê, serkeftina vê şoreşê, tecrûbeyên ku ji şoreşê standine wê bandoreke zêde li ser Rojhilata Navîn bike. Em jî hazir in ku tecrûbeyên xwe bi wan re par ve bikin. Em ê di nav xwe de nîqaş bikin bê ka em çawa dikarin tecrûbeyên xwe bi rengekî herî xweş ji wan re vebêjin û her wiha nîqaş bikin bê ka em çawa dikarin destekê bidin dahatuya wan û şoreşa wan.''