QSD: 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

QSD'ê ragihandin ku 3 çeteyên DAÎŞ'ê yên pêwendiya wan bi dewleta Tirk re hebû hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên QSD'ê doh bi şev li bejahiya bakurê Dêra Zorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê girtine yên ku pêwendiya xwe bi dewleta Tirk a dagirker re heye.

Her wiha amûrên ragihandinê, alavên leşkerî, teqemenî û mayinên çeteyan jî hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku 3 çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin girtin tevlî komkujî û bûyerên teqînê yên li herêmê bûne.