UKM’ê bertek nîşanî serdegirtinên li Londonê da
Meclîsa Navneteweyî ya Kurecîkê bertek nîşanî serdegirtinên li Londonê da û got: “Civaka Kurd û dostên wan, bi hişmendiya têkoşîna demokratîk dê berxwedana xwe li dijî van zextan bidomîne.”
Meclîsa Navneteweyî ya Kurecîkê bertek nîşanî serdegirtinên li Londonê da û got: “Civaka Kurd û dostên wan, bi hişmendiya têkoşîna demokratîk dê berxwedana xwe li dijî van zextan bidomîne.”
Meclîsa Navneteweyî ya Kurecîkê (UKM), li dijî serdegirtinên Londonê daxuyaniyeke nivîskî da. UKM’ê anî ziman ku serdegirtina Navenda Civaka Kurd a Londonê û binçavkirina mirovan, bi awayekî eşkere binpêkirina mafên demokratîk û azadiyên bingehîn e û got: “Em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Binçavkirina 6 kesên ku temenê wan di navbera 23 û 62’yan de diguhere, bêyî hincetên şênber û bi helwesteke li dijî rûmeta mirovahiyê nîşan dide ku Îngîltere zagonên têkoşîna li dijî terorê bi xirabî disepîne.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi şikandina deriyan dagirkirina saziyeke wekî Navenda Civaka Kurd ku xebatên demokratîk û çandî bi rê ve dibe, êrîşeke li dijî hevgirtina civakî û azadiya ramanî ye. Ev operasyon ne tenê bandorê li ser çend kesên diyar dike, di heman demê de zirarê dide aşîtiya civakî, beşdariya polîtîk ya koçberan sînordar dike û zirarê dide baweriya me ya bihevrejiyanê jî. Li welatekî ku divê mafên demokratîk bên parastin, kiryarên wiha derhiqûqî nayên qebûlkirin. Kiryarên bi vî awayî yên polîsên Îngilîz, zirarê dide pêbaweriya civakê û rê li ber cudakariyê vedike. Civaka Kurd û dostên wan, dê bi hişmendiya têkoşîna demokratîk berxwedana xwe ya li dijî van zextan bidomîne û di nav hevgirtinê de dê maf û azadiyên xwe biparêze.
Em bang hemû rêxistinên demokratîk, parêzvanên mafên mirovan û hemû alîgirên azadiyê dikin ku li dijî vê derhiqûqiyê derkevin û piştgiriya Navenda Civaka Kurd bikin.
Em bang li parêzvanên edalet, azadî û demokrasiyê dikin:
• Em girtina Navenda Civaka Demokratîk protesto bikin.
• Ji bo parastina mafên kesên hatine binçavkirin piştgiriyê bidin.
• Bang hikûmeta Îngilîz bikin ku dawî li girtinên keyfî û polîtîkayên bişaftinê bîne.
Hiqûq ji bo her kesî ye û edalet dûr an nêzîk wê bi ser bikeve. Em ê wek parêzvanên aşîtî û xwîşk û biratiyê, li dijî bêhiqûqiyê dev ji têkoşînê bernedin.”