'DAÎŞ li Kobanê şikest, li Minbicê jî ber bi qedandinê ve çû'

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş got, "Piştî pêngava Minbicê êdî her kesî baweriya xwe pê anî ku deverên cuda jî dikare ji DAÎŞ'ê bêne rizgarkirin. DAÎŞ li Kobanê hate şikandin, lê belê destpêka qedandina DAÎŞ'ê li Minbicê bû."

Bi wesîleya salvegera pêncemîn a pêngava azadkirina Minbicê Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ji ANF’ê re axivî.

Derwêş derbarê Pêngava Minbicê û bi navê din Pêngava Şehît Ebû Leyla got “Bi destpêka krîza Sûriyeyê re gelek hêzên ji derve tevlî vê krîzê bûn. Wê demê çeteyên DAÎŞ’ê dest danîbûn ser nîvê Sûriyeyê. Piştî şerê Kobanê me dest bi amadekariyê pêngava Minbicê kiribûn. Divê em vî tiştî jî diyar bikin, di şerê Kobanê de çend kolan mabûn û me wê demê dizanî wê serfiraziya li wan çend kolanan were wateya azadkirina hemû deran. Piştî şerê Kobanê pêngava Girê Spî dest pê kir. Di meha 12’emîn a sala 2015’an de me Bendava Tişrînê azad kir. Di Cotmeha 2015’an de jî QSD hate avakirin. Piştî pêngava bendava Tişrînê me dest bi amadekariya pêngava Minbicê kir. Em zarokên Minbicê bûn. Ji ber DAÎŞ’ê em çûbûn Kobanê, piştî Kobanê em hatibûn heta bendava Tişrînê û êdî dema azadkirina bajarê me hatibû. Komên Suwar Minbic û Şemsê Şemal bi heyecaneke mezin li  benda vê pêngavê bûn. Şehîd Ebû Leyla û Şehîd Ebû Emcet di warê amadekirina pêngavê û avakirina têkiliyên dîplomatîk de rol stenibûn. Bi rêya QSD’ê bi koalîsyona navneteweyî re hevdîtin dihat kirin. Ebû Leyla û Ebû Emcet çûbûn Încîrlîkê û hevdîtin kiribûn. Di wê demê de dewleta Tirk li pêşiya pêngavê astengiya herî mezin bû. Lê piştre dewleta Tirk neçar ma ku pêngavê qebûl bike.

Di Nîsana 2016’an de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin û piştre Meclîsa Sivîl a Minbicê hate avakirin. Di 1’ê Hezîrana 2016’an de Pêngava Minbicê dest pê kir. Coş û morala şervanan gelekî zêde bû. Sal û nîvek bû em ji Minbicê derketibûn û gelê Minbicê bangî me dikir. Her roj bi dehan name digihiştin ber destê me. Dema em gihiştin bendava Tişrînê bi dehan ciwanên Minbicê yên ji nav destê DAÎŞ’ê reviyabûn tevlî nav hêzên me dibûn. Gel li benda nûçeyên wisa bû. Ji ber vê jî biryareke gelekî mezin bû.

GEL PÊL BI PÊL PIŞTGIRÎ DA PÊNGAVÊ

Minbic bajarekî mezin û ji bo DAÎŞ’ê jî qadeke girîng e. Minbic ji bo çeteyên DAÎŞ’ê wekî deriyekî bû. Çete ji ser Tirkiyeyê hatin Minbicê. Cihê kombûna çeteyên ji Ewropayê û bajarên din bûbû Minbic. Çavê hemû kesan li Minbicê bû, gelo wê DAÎŞ ji Minbicê bihata derxistin. Pêngav ji du milan ve dest pê kir. Milek ji  bendava Tişrînê ji aliyê Başûr didomiya û milê din jî ji aliyê Karakozanê didomiya. Piştî 20 rojan dora Minbicê hate girtin. Gelê Minbicê bi coşeke mezin ev pêngav pêşwazî kir. Heta em ji bendava Tişrînê gihiştin Minbicê bi sedan ciwanên Minbicê tevlî nav refên me bûn. Gel pêl bi pêl dihat. Gel alîkariyeke mezin dida me. DAÎŞ li ku ye, çawa tevdigere, her deqîqe em agahdar dikirin. Piştî pêngavê jî tevlêbûna ciwanên Minbicê zêde bû. Ji ber vê jî Meclîsa Leşkerî ya Minbîvê xwe zûzûka rêxistin kir û bû hêz. YPG û YPJ’ê peywirên xwe zû qedandin û ji Minbicê derketin. Gel pêl bi pêl dihat. Gel guh nedida mayîn û sûîkastên DAÎŞ’ê û tevlî nav hêzên me dibûn. Bi sedan kesên ku gihiştin nav hêzên me radihiştin çekê û şer dikirin. Gel piştî ku hêz bi dest xist, berê xwe dida cihên şer lê heye. Pêngav 75 rojan domiya.  Di dema şerê Kobanê de Ebû Leyla diqîriya ‘Ez ê we hemûyan bikujim’ Me bi vê coş û moralî dest pê kir. Piştî Pêngava Minbicê êdî koalîsyona navneteweyî jî dest bi operasyona li Mûsûlê kir. Ji ber ku cara pêşîn bajarekî mezin ji destê DAÎŞ’ê dihat derxistin. Piştî Minbicê êdî hemû kesan bawerî bi vî tiştî anî ku cihên din jî dikarin ji destê DAÎŞ’ê were derxistin. Minbic bû mînak. DAÎŞ li Kobanê şikest lê destpêka têkçûna wê bû Minbic.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir ku di warê stendina biryara Pêngava Minbicê û avakirina zemîna wê de herî zêde para şehîd Ebû Leyla heye û got “Di warê komkirina hêzê de û di warê avakirina meclîsa leşkerî de û di warê parastina hêzê de roleke mezin a Ebû Leyla heye. Dema em ji Minbicê derketin, Ebû Leyla ciwanên Minbicê kom kir û ew kir hêz. Nehişt ku hêz belav bibe. Di warê hêzê de her dem giranî û wateyeke mezin a Ebû Leyla hebû. Xeyala me azadkirina Minbicê bû û dema ku Ebû Leyla li ber Minbicê şehîd ket, şehadeta wî ji bo me gelekî giran bû. Ji ber vê piştî şehadeta wî pêngav bi navê wî hate domandin. Dema ma navê wî da pêngavê, hêrs û hêza şervanan zêde bû. Şerê Minbicê ne şerekî ewqasî hêsan bû. Dema em bi navê Ebû Leyla di vî şerî de meşiyan, vî tiştî hêzeke mezin da me.”

Derwêş diyar kir ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya QSD’ê hate avakirin û got “Dema ku amadekariya pêngava Minbicê dihat kirin, tu kesî bawer nedikir ku wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê karibe vê pêngavê bimeşîne. Lê tecrubeya me hebû. Beriya pêngava Minbicê me tevî şervanên YPG û YPJ’ê şer kiribû û tecrubeya me hebû. Me li kolanên Kobanê şer kiribû. YPJ’ê di dema amadekariya pêngavê de ev tişt ji me re gotibû “Em ê alîkariyê bidin we. Bila dîrok nebêje ku YPG û YPJ derfetên wan hebû û alîkarî neda ku bajarekî di destê çeteyan de were rizgarkirin. Alîkariya me ya ji bo we û azadkirina Minbicê peywira me ye.” Bi rêya QSD’ê koalîsyona navneteweyî alîkarî da me.

YPG û YPJ’ê kedeke mezin da pêngava Minbicê. Keda wan wê tu carî neyê jibîrkirin. Bi sedan şehîd dan. Piştî pêngavê YPG û YPJ ji Minbicê derketin. Ji bo perwedekirina hêzên me hin komên perwerdehiyê mabûn, ew jî piştre çûn. Dema ku hêzên parastina Minbicê hatin asta ku dikare bi tena serê xwe li ber xwe bide, ev hêz derketin. Lê em vî tiştî ji bîr nekin, heke ne ji piştgiriya wan bûya wê Minbic azad nebûya. Bi hezaran şervanên wan li ser şer kirin û bi sedan şervanên wan şehîd bûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê erişî her derê dikirin û li ser gel zilmeke mezin hebû. Ji aliyê din ve jî gel parçe dikirin û ew bera ber hev didan. Me bi şerê Minbicê re ev parçebûn bi dawî kir. Gelên Kurd, Ereb, Siryan, Tirkmen, Çerkez û Ermen bûn yek û li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin. Gel bûn yek û li hemberî dijminên mirovayetiyê şer kirin. Bi vî awayî Minbic azad bû. Bi vî ruhî li Tebqa, Reqa û Baxozê çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn.

Şerê li qadên din ên Sûriyeyê dûrî exlaq û pîvanê mirovahiyê ye. Her tişt bûye şer. Şerê avê, şerê nan, şerê pîvan û şerê exlaq ê civakê. Bi şerê Minbicê re yekîtî û demokrasiya ku me ava kir û pergala neteweyê bû pîvanek û em li ser vê pîvanê meşiyan. Têkoşîna me hê jî li ser vê pîvanê dimeşe.

Piştî ku Minbic hate azadkirin me rêveberiya bajêr da meclîsa sivîl. Peywira me bi tenê parastin e. Piştî ku Minbic hate azadkirin dewleta Tirk bi awayekî fermî kete Sûriyeyê û êrişî Erîdayê kir. Di van pênc salan de êrişên li ser Minbicê nesekinî. Dewleta Tirk bi her awayî êriş kir. Li aliyê Sacûrê her roj êriş û şer heye. Hikumeta Şamê hewl dide, di nav gel de krîzan ava bike. Ev êriş û nêzikatî didome. Me dizanî ku piştî azadkirina Minbicê wê êriş nesekine. Me heta niha parast. Ne bi tenê parastina Minbicê, qedera me û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek e. Çawa ku bajarên din ji bo azadkirina Minbicê alîkarî dan me, li hemberî wan jî peywira me heye. Lê herî zêde êriş li Minbicê hene. 20 kîlometreyan li bakurê Minbicê Tirk û çeteyên wan hene. Li 20 kîlometre başûrê wê jî rejîm heye. Di van pênc salan de hêza me gihişt astekê. Pergalek ava bû. Di nav pergala me de hêza me xurt û. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di warê amadekirin û perwerdekirina hêza xwe de hate asteke baş. Ev pergal bi gel re hate avakirin. Bi saya piştgiriya gelê me, me pergala xwe ava kiriye û em pêş ketine. Bêguman hê jî dijminên me hene, êriş tê kirin. Divê em bêtir bixebitin. Bi saya alîkariya hêzên me, em ê vê xebata xwe bigihînin serfiraziyên mezin."