Efrînî li dijî tecrîda Ocalan meşiyan

Şêniyên Efrînî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan meşek girseyî lidar xistin.

Bi sedan şêniyên Efrînî bi diruşma "Bi ruhê pêngava 15'ê Tebaxê em ê Rêber APO azad bikin" ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidar xistin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullhah Ocalan û pankartên bi nivîsên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, ‘Em bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin’ û ‘Li hemberî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan ka demokrasî û mirovahiya we?’ hatin vekirin û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

Meş ji pêşiya parka Rêbertî ya li gundê Til Sosînê yê Şehbayê rawestiya û ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

‘BI AZADIYA RÊBER APO WÊ HEMÛ PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN ÇARESER BIBIN’

Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî, bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bekir anî ziman ku armanca tecrîdê têkbirina fikir û felsefeya Ocalan e û got: "Tevahî dewletên cîhanê dizanin ku bi azadkirina Rêber Apo wê hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin."

Çalakî bi diruşemyên silavkirina berxwedana Ocalan û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.