Azadbûna Minbîcê hate pîrozkirin

Salvegera 5’emîn a azadbûna Minbîcê bi coş hate pîrozkirin.

Bi wesîleya salvegera 5'emîn a rizgarkirina bajarê Minbîcê ya ji destê çeteyên DAIŞ'ê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbîc û gundewarên wê şahiyekê bi dirûşmeya "Bi yekitî û têkoşîna xwe em ê terorê têk bibin û civakeke azad û demorkatîk ava bikin" li dar xist.

Şahî li qada giştî ya naverasta bajar bi beşdarbûna şêniyên Minbîcê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Şahî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbîcê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: "Beriya 5 salan Meclisa Leşkerî ya Minbîcê û QSD'ê banga şêniyên Minbîcê û qîrîna dayikan bersivand û pêngava rizgarkirinê da destpêkirin. Di oxira rizgarkirina bajar de me gelek şehîd dan, sekna me sekna rûmet û serbilindiyê ye."

Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî got: "Rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêz û rewabûna xwe ji gelê xwe digire."

Di şahiyê de, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbîcê Şervan Derwîş wiha got: "Armancên mezin fedekariyên mezin pêwîst dike, bi vê wesîleyê em şehîdên di rêya vê serkeftina mezin de canê xwe feda kirine, bi bîr tînin."

Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbîcê Hind Dagistanî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan heta avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk da.

Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbîcê Nesrîn El-Elî jî îşaret bi kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî jinan kir: "Ev roj ji bîra me naçe, roja tîrêjên roja azadiya hilat û ala serkeftinê bilind bû, hêza DAIŞ'ê ya li sûcên herî hovane li dijî gelan, bi taybet li dijî jinan pêk dianî, şikest."

Şahî, bi helbest, stran û dîlanan didome.