Xelkê Minbicê li dijî dewleta Tirk meşiya
Xelkê Minbicê li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk û kuştina sivîlan meşiya.
Xelkê Minbicê li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk û kuştina sivîlan meşiya.
Ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi sedan kes li Minbicê li qada Mîzanê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Komîteya Hîndekarî û Perwerdeyê ya Minbicê Suhîl Walî li qada mîtîngê axivî û got, "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Ji ber bombardûmana dagirkeran sivîl têne kuştin."
Hevserokê Meclîsa Minbicê ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Ezab El Ebûd piştre axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê ji destpêkê ve krîza Sûriyeyê bi kar tîne. Ezab El Ebûd got, "Dewleta Tirk dixwaze careke din herêmê dagir bike û Osmaniya nû ferz bike. Ji bo berfirehkirina qadên dagirkirî yên li Sûriyeyê destpêkê piştgirî da çeteyên DAÎŞ'ê, niha jî piştgiriyê dide hucreyên DAÎŞ'ê û komên çete."
Berdevka Civata Jinê ya Zenûbya Nesrîn El Elî jî anî ziman ku dagirker êrişê dibin ser malên sivîlan ên li ser sînorê Minbicê û diyar kir ku dewleta Tirk herî dawî li Eyn Îsayê malbatek qetil kir.