TEV-DEM'ê êrişa li ser Şengalê şermezar kir

TEV-DEM'ê ragihand ku ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî berpirsyar in û bang li raya giştî yıa navneteweyî kir ku pêşî li êrişan bigire.

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku doh li Şengalê kir, ji Fermandarên YBŞ'ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn.

TEV-DEM'ê li ser êrişê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku civaka Êzidî ferman û komployên li dijî vîna Êzidiyan ên di serdema Osmanî û heta niha de û ya dawiyê jî fermana li dijî civaka Êzidî ya Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê pêk hatine, şermezar dike. Dagirkeriya Tirk bi balafireke bê mirov êriş kir û bi vê yekê piştevaniya xwe ji terorê re eşkere dike.

Beriya çend rojan civaka Êzidî şehîd Mam Zekî Şengalî, hevrêyên wî, şehîdên komkujiya gundê Koço bîr anîn ku êdî bûne nirx û vîna civaka Êzidî. Lê diyar e ku dagirkeriya Tirk pêşketinên civaka Şengalê; ji îsbatkirina rêgezan û rêxistina avakirina civaka demokratîk û parastina rewa ya nirx û çanda exlaqî tehemûl nekir.

Dagirkeriya Tirk a faşîst careke din bi rêya balafireke bêmirov Şengal bomebebaran kir, fermandarekî Êzidî şehîd Seîd Hesen şehîd xist. Ev êriş sûcekî şer û terorî ye ku dewleteke NATO’yê dike û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.

Ev yek vîn û hêza civaka Êzidî ya ku rêya berxwedan û têkoşînê bijartiye naşikîne. Êzidî ji pêkhateya Iraqê ya herî bingehîn e ku bi derfetên xwe yên heyî teror têk bir, da ku xwe û nirxê xwe biparêze. Hikumeta Iraqê ji dêvla bihêle dagirkeriya Tirk asîmana wê ji bo êrişakirina Êzidiyan bi kar bîne, divê li beramber vîna Êzidî, parastin û qebûlkirina wan berpirsiyar be. Bi taybet êrişa dawî ya li dijî Şengalê ji berpirsiyariya hikumeta Iraqê ye.

Em TEV-DEM’ê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî berpirsiyar dibînin, ji ber ku tevî sozên dubare û peymanên ji bo parastina wan hatine îmzekirin kêmneteweyî olî û etnîkî yên li herêmê, paşguh dikin. Her wiha em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin ku teror û faşîstê têk bibin."