PYD:15’ê Tebaxê gele Kurd hişyar kir

PYD’ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got “Guleya destpêkê gelê Kurd hişyar kir.”

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi boneya 15’ê Tebaxê ku guleya destpêkê ji aliyê şehîd Egîd Korkmaz ve hat teqandin, daxuyaniyek da.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de got guleya destpêkê ku ji aliyê ciwanên gelê Kurd ve li dijî tirsê hate teqandin, bi vê yekê re projeya parastina rewa ji bo parastina gelê Kurd ji hovîtiya dewleta Tirk, ragihand.

Her wiha PYD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji teqandina guleya destpêkê ve dest pê kir, hemû hêzên ku hebûn û berjewendiya xwe di koletiya gelan de û di mehrûmkirina wê ji mafên wê yên biçûk de dibîne bi dewleta Tirk re sekinî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê xiste nava lîsteya terorê.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de behsa hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk a dagirker re kir û diyar kir ev yek parçebûnê di nava Kurdan de çêdike.

PYD’ê piştrast kir ku guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxa 1984’an de hatî teqandin gelê Kurd hişyar kir û ew ji tevahî gelan re kir pêşeng da ku tola sed salî ya koletiyê û çewisandin ji zordaran hilîne.