Li Efrînê her roj sivîl têne revandin

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, her roj sivîl têne revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê Şukirî Ehmed Kindî (30) 7'ê Tebaxê dema ku ji Helebê vedigeriya gundê xwe hate revandin.

Bavê Şukirî Ehmed Kindî anî ziman ku kurê wî ji bo vegere gundê xwe 20 hezar dolar dabû çeteyan.

'REJÎMA TERORÊ'

Ji Adara 2018'an û vir ve li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, rejîmeke terorê heye. Bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, mirov tên revandin, kuştin, êşkence li mirovan tê kirin, talan û koçberiya bi zorê tê ferzkirin.

10'ê Tebaxê li Ezaz û Idlibê 2 Efrînî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin.

8'ê Tebaxê li gundê Xilko yê navçeya Bilbilê ya Efrînê Mihemed Xelîl Hecî Hisên (40) û hevsera wî ya ku navê wê nehate hînbûn hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.

TÎRMEHÊ 37 SIVÎL HATIN REVANDIN

Li gorî Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, tenê meha Tîrmehê herî kêm 37 sivîl hatin revandin.

Şêxo anî ziman ku li Efrînê guhertina demografiyê dewam dike û 21 mal û kargeh bi bahaneyên cuda hatine desteserkirin.