ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Til Temir û Tebqayê Dayika Uveyş bibîr anîn
Welatiyên Til Temir û Tebqayê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan bibîr anîn. -
Dewleta Tirk li Mabatayê welatiyek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê kesek revand. -
Li gel astengiyên fîzîkî jî xaka xwe diparêze
Mihemed Emîn ê HPC'î, tevî ku astengiyên xwe yên fîzîkî hene jî 6 sal in xaka xwe diparêze. Mihemed Emîn got, "Parastin bingeha jiyanê ye. Erka her kesî ye." -
Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatine xistin – V
Keça Mihemed Hebeş, Kîbar sala 1997'an di kemînê de şehîd bû. Bi Mihemed gelekî zor e ku keça wî, evîndara Kurd û Kurdistanê bi destê PDK'ê hatiye şehîdxistin. -
Rêxistina MLKP-Kurdistan: Rêheval Serfiraz Nîdal nemir bû
Rêxistina MLKP-Kurdistan ragihand ku Fermandarê Tugaya Behrê ya Şehîd Alîşêr Serfiraz Nîdal şehîd bûye. -
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê dest bi 3 pêngavan kir
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê bi navê "Na ji madeyên hişbir re", "Paqijiya bajarê Kobanê" û "Têkoşîna li dijî tundiya li jinê" dest bi 3 pêngavan kir. -
Endama HPC'ê Semîra Şukrî bang li dayikan kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) de jin bi erkeke girîng radibin. Endama HPC'ê Semîra Şukrî bang li dayikan kir, "Eger em îro karibin mal û taxa xwe biparêzin, em ê karibin xaka xwe jî biparêzin." -
Dewleta Tirk li Racoyê kesek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê kesek revand. -
Di êrişa Hesekê de şop û tiliya dewleta Tirk
Serçeteyê DAÎŞ'ê yê ji êrişa li Hesekê berpirsyar Reşîd mikur hat ku êriş Nîsana 2021'ê kete dewrê, 8 mehan wan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin civîn kirin û payebilindên saziyên Tirk di nava vî karî de cih girtin. -
Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin – IV
Finyal Ehmed ku ji ber xiyaneta PDK'ê birayê wê şehîd bû, bang li gelên Kurdistanê kir, "Dem hatiye ku hesab ji wan kesan bê pirsîn, ku 30 sal in bi dijmin re bûne yek û xiyanetê li Kurd û Kurdîtiyê dikin." -
Mihemed Xelîl Nûrî cara sêyemîne ji bo fîdyeyê tê revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cara sêyemîne Mihemed Xelîl Nûrî yê li Efrînê dijî ji bo fîdyeyê direvîne. -
Dewleta Tirk li Dirbêsiyê êrîşek hewayî pêkanî
Balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker gundê Kepez ê Dirbêsiyê bombebaran kir. -
Nasnameya şervanê şehîd hate eşkerekirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervanekî YPG`ê yê di sala 2014’an de li Kobanê şehîd bûyî, eşkere kir. -
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî ambargoyê daketin qadan
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî ambargoya hikûmeta Şamê derketin qadan. -
Dewleta Tirk gundê Bênê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Şêrawa û Girê Spî dikin. -
Şêniyên Kobanê: Gerîla îradeya gelê Kurdistanê ye
Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê dan û got: “Gerîla heta azadiya Kurdistanê wê li ber xwe bide û em jî piştgiriyê didin gerîlayan.” -
Dewleta Tirk û çeteyên xwe 3 sivîl ji Efrînê revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Feyleq El-Şam li Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar. -
Fedaiyên bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin – III
Nûrî Ehmed ê ku roja şîna dayika xwe bihîst ku birayê wî bi destê PDK’ê hatiye qetilkirin got “Heke ne ji ber xayîntiya wan bûya wê rewşa îro baştir bûye. Wê rojekê hesab bidin gel.” -
'Şoreşa Rojava ji bo cîhana rojavayî tiştekî nû ye'
Xebat Kuye yê ji Îngilistanê ku demeke di nava parastina Rojava de ye, wiha axivî "Gelekî hêja ye ku mirov bê vir û bibe parçeyek ji şoreşê. Têkoşîn û jiyana li vir ji bo cîhana rojava tiştekî nû ye." -
Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin- II
Rabîa Weqas ku bira û biraziyê wî di encama êrişên xiyaneta PDK'ê de şehîd bûn, wiha axivî "Bi hezaran ciwan bi destê wan şehîd bûn. Ji bo kesên ku bi navê Kurdîtiyê tiştekî nakin nabêjim Kurd. Wê di nava xiyaneta xwe de bifetisin." -
Di encama şerê di navbera çeteyan de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Bilbilê ya Efrînê di navbera çeteyên Feyleq El Şam û Firqet El Hemzat de şer û pevçûn rû da. Di encama pevçûnan de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl di nav de jin û kesên bi temen birîndar bûn. -
Dewleta Tirk a dagiker êrişî bejahiya Zirganê kir: 5 kes birîndar bûn
Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê El Esadiyê yê navçeya Zirganê ku bi topan hate kirin, zarok jî di nav de 5 kes birîndar bûn. -
Jinên herêma Kobanê: PKK ji bo mafên mirovan têdikoşe, divê ji lîsteyê bê derxistin
Jinên ji herêma Kobanê bal kişandin ser têkoşîna PKK'ê ya ji bo mafên gelê Kurd, mafên mirovan û destnîşan kirin, ku hiştina PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorîst' neheqî ye, lewma divê tavilê ji lîsteyê bê derxistin. -
Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin - I
Hin jê di kemîneke xayin de, hinek jî bi birîndarî li nexweşxaneyê şehîd hatin xistin. Aqûbeta hinekan jî hînê nayê zanîn. Di nava 30 salan de bi hezaran fedaî bi xiyanetê hatin şehîdxistin. -
Li Efrînê di nava çetayan de şer û pevçûn
Li navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ya dagirkirî di navbera du komên çete de şer û pevçûn rû dide.