Li Binarê Qendîlê salvegera damezrandina PKK’ê hate silavkirin
Salvegera damezrandina PKK’ê li Binarê Qendîlê hate silavkirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina berxwedanê hate kirin.
Salvegera damezrandina PKK’ê li Binarê Qendîlê hate silavkirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina berxwedanê hate kirin.
Jin û ciwanên li Binarê Qendîlê bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi beşdariya gel pîrozbahî lidarxistin. Di pîrozbahiyê de daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Cudî Qendîl ve hate dayîn.
Cûdî Qendîl anî ziman ku Rêber Apo ji gelê Kurd û hemû mirovatiyê re bûye jiyanek nû, azadî, hêvî, têkoşîn, berxwedan, rêxistin, tolhildan, çand û exlaq û wiha got: “Di serdemeke ku li hemû cîhanê faşizm, sermeyadarî, desthilata otorîter û yek kesî cîhan birêve dibir de û di heman demê de têkoşîna sosyalîstan ber bi wêranbûnê ve diçû, tevî hemû zehmetî û nebûna derfetan, Rêber Apo bi fikir, felsefe û paradîgmayeke nû rêye nû li dijî vê jiyanê afirand.
Dema gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd têkoşîna Rêber Apo dîtin, ev têkoşîn kirin pîvanên jiyana xwe û li ser van pîvanan jiyan û têkoşîna xwe ava kirin. Li ser vê bingehê gelê Kurd, netewên bindest, jin û ciwan ji qirkirineke fizîkî û çandî rizgar bûn û di heman demê de bi pêşengiya Rêberê xwe zayineke nû afirand.”
Cudî Qendîl destnîşan kir ku heta roja me ya îro jî êrîşên li ser Rêber Apo, tevgera Apoyî û gelê Apoyî dewam dikin û wiha berdwam kir: “Li aliyê din Rêber Apo û tevgera wî bi têkoşîn û berxwedaneke bêhempa û bênimûne derbeke kujer li dagirker û xayînan xist. Vê têkoşînê tirs xistiye dil, mejî û xwîna tevahiya dagirker û xayinan. Di pêvajoyeke wiha de silavkirina Rêber Apo wê hêz û moralê me zêde bike û asta têkoşîna me bilind bike.
Cudî Qendîl diyar kir ku ew weke jin û ciwanên tevgera Apoyî û gelê Apoyî gihiştine qonaxa azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û bi destxistina statûya Kurdistanê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Li ser vê bingehê em weke ciwan û jinên ciwan, jin û xelkê Raperînê bang li her kesî dikin ku fikir û felsefeya Rêber Apo ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ya jinê li hemû qadan belav bikin û her tim tevlî têkoşîn û çalakiyan bibin.
Em careke din 27’ê Mijdarê, damezrandina partiya me PKK’ê li Rêber Apo, şehîdan, tevahî gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin.”