Dewleta Tirk û çeteyên xwe 3 sivîl ji Efrînê revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Feyleq El-Şam li Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê bê navber welatiyên Efrînê direvîne û êşkenceyê li wan dike, li pêşberî pere wan diberdin.

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Luqman Îbrahîm Hesen ê ji gundê Meydana yê navçeya Recoyê revand û bir cihekî nediyar.

Her wiha dewriyeyeke hevbeş a îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Polîsên Leşkerî du birayên bi navê Hesen Qere (55) û Hisên Qere (60) ên ji gundê Mosako yê navçeya Recoyê bi hiceta ku beriya dagirkirinê tevlî merasîma şehîdan bûne, girtin.