Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj girantir dibin. Di rewşeke wiha de girîngiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) jî zêdetir dibe. Lewma HPC hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê civakî ve ji bo xaka xwe biparêze bi şev û roj dixebite. HPC ku piştî Şoreşa Rojava di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de hate avakirin, li her qada jiyana civakî bi erka ewlekariyê radibe.
Endama HPC'ê Semîra Şukrî bal kişand ser girîngiya HPC'ê ji bo parastina çand û civakê û bi rêya ANF'ê işaret bi rola dayikan kir.
Semîra Şukrî got, "Cîhan tev li hev bicive wê nikaribe çavê me dayikan bitirsîne, wê nikaribe bi êrişan îradeya me bişikîne." Semîra Şukrî destnîşan kir ku dayik amade ne li her eniyê şer bikin.
'ME SOZ DAN LEHENGÊN KU XWÎNA XWE RIJANDIN'
Semîra Şukrî anî ziman ku ji bo wan a girîng parastina mafên jinan e, parastina çand, zarok û taxa wan e û got, "Eger em karibin mafê jinan û civakê biparêzin em ê hingî karibin xaka xwe jî biparêzin." Semîra Şukrî destnîşan kir ku wan soz dane lehengên xwîna xwe rijandine û got, "Eger em canê xwe feda bikin jî em ê li pey soza xwe bin."
ÊVARÊ NOBEDÊ DIGIRIN
Semîra Şukrî got, "Weke dayikekê ez heta dawiyê ji xwe bawer im, lewma jî di nava HPC'ê de me" û anî ziman HPC barê hêzên parastina jin û civakê sivik dike: "Em êvarê nobedê digirin. Em taxa xwe, kolanên xwe, bajarên xwe diparêzin. Her kes taxa xwe diparêze. Em dixwazin barê YPJ û YPG'ê sivik bikin. YPG û YPJ ti carî têk naçin, ji ber ku dayik li pişta wan e. YPJ û YPG li eniya şer berxwedana xwe ya li dijî dijmin dewam dikin. Em jî ji bo parastina gelê xwe, ewlehiya civakî misoger dikin."
'DIVÊ LI GORÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ XWE BI RÊK Û PÊK BIKIN'
Endama HPC'ê Semîra Şukrî destnîşan kir ku ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şert û pêwîstî ye ku xwe li gorî 'Şerê Gel ê Şoreşgerî' bi rêxistin bikin û got, "Şerê Gel ê Şoreşgerî serhildan e. Em amade ne bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Ez serbilind im ji ber ku di nava Hêzên Parastina Civakî de me. Şerefa herî mezin parastina gel û xaka xwe ye. Wezîfeya Hêzên Parastina Civakî bi vî rengî ye."
Semîra Şukrî bal kişand ser berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û bang li dayikan kir, "Çawa ku ez di nava HPC'ê de me dayik hemû dikarin tevlî HPC'ê bibin. Divê tevlî şer bibin yan jî li ser sînorê xwe nobedê bigirin. Bila tenê taxa xwe biparêzin, xwe li taxa xwe bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Eger em karibin mal û taxa xwe biparêzin, em ê karibin xaka xwe jî biparêzin."
Semîra Şukrî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi bîr xist û got, "Li Xiwêranê rol û girîngiya Hêzên Parastina Civakî eşkere bû. HPC bi erka xwe rabû û taxên xwe ji çeteyan parast û paqij kir."