Di encama şerê di navbera çeteyan de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê di navbera çeteyên Feyleq El Şam û Firqet El Hemzat de şer û pevçûn rû da. Di encama pevçûnan de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl di nav de jin û kesên bi temen birîndar bûn.

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê di navbera çeteyên Feylaq El Şam û Firqet El Hemzat de şer û pevçûnm rû da. Hate zanîn ku di encama pevçûna çeteyan de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl di nav  de jin û kesên bi temen birîndar bûn.

Li navçeya Bilbilê ev hevtiyeke di nava çeteyên dewleta Tirk de şer û pevçûm rû didin. Hate zanîn ku sedema pevçûnan pervenekirina malên sivîlan in.

Tê gotin, şer li cihên ku sivîl lê dimînin rû dide û hemû cûre çek têne bikaranîn.